Helbestvan Şevger ê 86 salî hîna jî li ser şoreşê, jin û welêt bi zimanên Kurdî û Erebî hestên xwe li ser xêzên lênûsan dinivisîne.

Îbrahîm Reşo (Şevger) sala 1930’yî li gundê Zeydiyê yê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê hate dinê. Di 7 saliya xwe de li gundê xwe li ber destê melayê mizgeftê fêrî zimanê Tirkî dibe. Di 12 saliya xwe de ji ber kiryarên dewleta Tirk tevlî malbata xwe ji Bakur koçber dibe û li gundê Sêsedê yê li ser Riya Hesekê û Amûdê li Rojava bi cih dibe. Li vir sinifa 4’an dixwîne. Piştî ku ji ber rewşa jiyanî dest ji dibistanê ber dide, li ber destê melayê gund yê bi navê Mele Mihemed xwendina xwe didomîne û baş fêrî nivîsandin û xwendina zimanê Erebî dibe. Heta temenê 30 salî xwendina xwe didomîne.


Bi xwe fêrî nivîsandina Kurdî dibe

Ji ber hezkirina welêt, zimên û şoreşê bi xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî dibe. Ji ber ku rêjîma Baasê li hemû saziyan û di hundirê dibistanan de axaftina bi zimanê Kurdî qedexe dike, rihê girêdana bi zimanê Kurdî ve yê Şevger xurttir dibe. Bêyî ku tu kes bibe mamosteyê wî, bi xwe xwe fêrî nivîsandina Kurdî dike. Ji ber ku tîpên wê latînîbûn û ew jî berê fêrî zimanê Tirkî bûbû, nivîsandina Kurdî jê re hêsan dibe. Belavokên partiyan û pirtûkên bi zimanê Kurdî dixwîne û bi vê yekê xwendina wî ya zimanê Kurdî baş dibe.


Li gel helbestan çîrokan jî dinivîse

Sala 1974’an dest bi nivîsandina helbestan dike û li ser şoreşê, welat û civakê bi zimanên Kurdî û Erebî helbestan dinivîsîne. Şevger hata niha zêdeyî sed helbestan nivîsandine. Li gel helbestan çîrokan jî dinivîse, heta niha jî helbest û çîrokên xwe ji zarok û neviyên xwe re dibêje.

Şevgerê ku di nava xebatên tevgera azadiyê de cih digire û di çalakiyan de helbestên xwe yên li ser şoreşê, azadiyê û cangoriyan dibêje, sala 1995’an ji aliyê hêzên rêjîmê ve tê girtin û rastî kiryarên hovane yên rejîma Baasê tê.


Li ser şoreşê û tevgera azadiyê dinivîse

Di nava helbestên wî de gelek helbestên li ser jinan, azadî û hezkirina wî ya jiyan û azadiyê heye. Şevger li ser jinên ji bo parastina xwe û gelê xwe çek hilgirtine jî helbest nivîsandine.

Şevgerê ku temenê wî bûye 86 sal, hîn jî li ser şoreşê û tevgera azadiyê dinivîse. Şevger heta niha jî di gelek şahî û munasebetan de helbestên xwe dixwîne.


Armanc nivîsandin e, ne çapkirin e

Tevî ku helbestvan Şevger gelek helbest nivîsandine jî, heta niha ew weke pirtûk çap nekirine. Şevger dibêje, ji ber hezkirina wî ji helbestan, ew heta niha helbestan dinivîse û got, ew ne ji bo  çapkirinê wan dinivîse.

Şevger her dem gotina ”Ji ber ez ji nivîsandinê hez dikim, ez dinivîsim, ez dixwazim hemû tiştên ez dinivîsim ji gel re bixwînim. Ji min re ne girîng e ez helbestan biweşînim an na.”


Çend rist ji helbestên Şevger


Ey neyarê bi girr û kîn bes bi vî rengê bimeş

Ji hêla kurdan ma heta kengî tê were bimîne dil reş

Temaşe bike xort û keçan li deşt û çiyan wa dimes

Doza wan bi xwe Kurdistan e, wê rizgar kin ji dil reş

Ey neyarê kevneperest miletê kurd mirov in xwedan maf in, ne wekî we har û hov in

Ma ta kengî ev nexweşî ji nava gelê me rabe, milêtê kurd li çar perçan li ser xaka xwe şa bin

Ev qaş sal û dem buhurîn me ji neyar xweşî nedît tiştên mirov nakin me bi çavên serê xwe dît

Çavên wan li xwîna kurdan me kes nola wan nedît

Xêr û bêra wan bi wan kirî jê nakin şerm û fedî

Gelê hozan me yên kurdan gelê rêberî me yê kurdan ti car xwe nekin nezan

Neyar li we meyze dike bi çav egît û pehlewan



FATMA SÎNO / SEMER OSO/ANHA / HESEKÊ