Hevserokatiya Konseya Rêvebe a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em, fermandarê pêşmergeyan Huseyîn Mansûr û pêşmergeyên şehîd ên li Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî faşîstên DAIŞ'ê de şehîd bûyî, careke din bi mînetdarî bibîr tînin. bûyerên dawî careke din nîşan dane, ku heta Kurdistan bi awayekî giştî azad nebe, parçeyekî Kurdistanê ewle nabe. Çarenûsa gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve hatine girêdan."
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye: "Em ji malbatên pêşmergeyan û malbata fermandarê pêşmerge şehîd Huseyîn Mansûr ên li Kerkûk û Celewlayê di şerê li dijî faşîstên DAIŞ'ê de ku dijminê Kurdan, mirovahiyê û gelan in şehîd bûyî û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
‘Divê ciwan bi rihê seferberiyê tevlî gerîla û pêşmereyan bibin’
Daxuyaniyê îşaret bi girîngioya xeta paraztinê ya hevpar a hêzên Kurd kir û weha dewam kir: "Xeta hevpar a parastinê ku hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên gerîla û pêşmerge ve hat avakirin, ji bo gelê me, hemû civatên etnîk û baweriyan bûye moral-hêzeke mezin. Li pêşberî vê hêza têkoşînê û berxwedêr a hevpar a gelê Kurd, ne faşîstên DAIŞ'ê ne jî ti hêzeke din a êrîşkar, wê nikaribin bisekinin. Êrîşên li hemberî Kurdistanê wê bi tenê rê li ber bipêşxistina hêza parastina hevpar û yekîtiya neteweyî ya Kurdan veke. Em bang li tevahiya ciwanan û her kesên dikarin şer bikin ên li Başûrê Kurdistanê dikin ku di asta seferberiyê de tevlî nava refên gerîla û pêşmergeyan bibin."
HPG: Em ê têkoşîna şehîdan bi ser bixin
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê jî bi heman minasebetê daxuyaniyek weşand û ji bo malbatên fermandarên pêşmergeyan Şêrko Şîwanî û Huseyîn Mensûr ên di êrîşên DAIŞ'ê de li Kerkûkê jiyana xwe ji dest dayî sersaxî xwest. Di peyamê de hat gotin, "Li ser bingeha soza me dayî tevahiya şehîdên Kurdistanê, em ê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi ser bixin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê berxwedana mezin a hêzên me yên HPG û YJA Starê û hêzên pêşmergeyan de, ji Fermandarên Pêşmergeyan ê YNK'ê Şêrko Şîwanî (Fermandarê Lîwa) û Huseyîn Mensûr (Fermandarê Lîwa), bi berpirsyariyeke mezin rabûn û di encama berxwedaneke mezin de şehîd ketin."
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê, di serî de malbatên Şîwanî û Mensûr ji tevahiya pêşmergeyên di berxwedana hevpar de cih girtin û gelê Kurd re sersaxî xwest û daxuyaniya wê weha dewam kir: "Li ser bingeha soza me dayî tevahiya şehîdên Kurdistanê, em ê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi ser bixînin."
HEWLÊR / KERKÛK