Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de Cejna Vejînê li Ocalan hat pîrozkirin û hat gotin, “Di şexsê fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê hevrê Egîd de, hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi wan re careke din dubare dikin.”

Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin ku ruh û vîna Pêngava 15’ê Tebaxê, li Rojhilata Navîn a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê diqewime, gihiştiye asta yekane garantiya siberoja azad a gelên bi gelê Kurd re dijîn û ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê diqewimin, bi roleke sereke radibe.


Şoreşa Rojava û serketina Minbicê

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Şoreşa Rojava bi serketina Minbicê nîşanî dost û dijmin daye, êdî hêza bingehîn a Şoreşa Sûriyeya Demokratîk e. Têkoşîna paqijkirina herêmê ji barbarên DAIŞ‘ê û afirandina siberoja demokratîk azad a gelan, bi serketina Minbicê re gihiştiye asteke nû.”


Li Bakur şoreş ferz dibe

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku rewş û bûyerên Pêngava 15’ê Tebaxê rê li ber vekiriye, li Bakurê Kurdistanê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şoreşê ferz dike û weha dewam dike: “Dewlet dixwaze heyfa têkçûna xwe, ji Rêber Apo hilîne. Der barê jiyan û tenduristiya Rêbertî de ti agahiya me nîne. Ji berfirehkirina êrîşên li hemberî gelê me tê fêhmkirin, ku gef û xeterên li ser Rêber Apo jî wê zêde bibin.

Lewma, ji bo em karibin xwe bigihînin Rêber Apo, ji bo yekser hevdîtin pê re were kirin û azad bibe, divê em di sala 33’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de bi hemû hêza xwe seferber bibin.”


KCDK-E´ê banga xurtkirina têkoşînê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê peyamek weşand. Di daxuyaniyê de, salvegera 32. a Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hat pîrozkirin û ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re, ku bûye hêza bingehîn a şoreşa Rojhilata Navîn serketin hat xwestin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêngaveke mezin e û hat gotin, “Fîşeka destpêkê ya li Dihê û Şemzînanê hat teqandin, ewilî li mejiyê dagirkeriyê ketiye, piştre jî li tirsa di ruhê gelê Kurd de ket. Vê fîşeka destpêkê ji nû ve ruh da gelê me yê di gorê de û ji wê rojê ve rêya azadî û serketinên mezin vekiriye.” KCDK-E´yê bang li gelê Kurd kir ku bi rastiyê têkoşîna xwe bi ruhê 15´ê Tebaxê xurt bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN