Grûba Şanoyê ya Avestayê bi pêşkêşkirina şanoyê dersa yekgirtin û jiyana bi hev re da. Grûba Şanoyê ya Avesta ser bi Rêxistina Niwêger a Girîngîoêdana Hunerê îro li Dibistana Seretayî ya Çame ya li Silêmaniyê şanoya ‘Rovî û çûk’ pêşkêş kir.
Naveroka şanoyê li ser jiyana bi hev re û yekgirtinê bû. Herwiha helbest û muzîk ji di nava şanoyê de cih digirt.
Pirraniya xwendekarên Dibistana Seretayî ya Çame, ji zarokên koçberên ji Şengalê, Kerkûk û Xurmatû pêk tê. Şano ji bo wan manedartir bû, lew weke penaber ew bi girîngiya piştgiriyahevkirinê çêtir dibînin û hîs dikin.
Rêvebera Dibistana Seretayî ya Çame, Beyan Mihemed têkildarî girîngiya pêşandana şanoyê got; “Bi taybet di qonaxa seretayî de gelekî girîng e, lewma ev qonax wiha li xwendekaran dike ku daxwaza wan ji bo xwendinê, derdor û civakê zêdetir dibe. Ew derseke girîng jê digirin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ