15 gundiyên binçav kirin serbest berdan. Welatiyê bi nave Uzeyir Kurt piştî hat binçavkirin, hat windakirin û 20 salin agahî jê nayê girtin. Welatiyê bi navê Davut Kurt jî pişti hat binçavkirin bi saxî defin kirin. Lê piştî leşker ji gorê dûr ketin welatiyan çûn Davût Kurt bi saxî ji gorê derxistin û rizgar kirin.

Welatiyên hatin kuştin

Navê hin gundiyên di salên 1992 û 94’an de ji hêla Fermandarê Tabûra Komandoyan a Bismilê Îzzet Cural ve hatine qetilkirin wiha ne: Arap Guven, Îsmaîl Tunç, Ozeyîr Kurt, Musa Koluman, Şehmus Yuksel û Turgut Yenîsoy. Navê hin gundiyên ku ji hêla Cural ve li ber cavên gel hatine qetilkirin jî ev in: Mahmut Çakmak, Şehmus Çelîk, Cahît Ozalp, Salhattîn Akbulut û Sadik Kortak.

Piştî nûçeya welatiyên bi navê Îsmaîl Tunç û Arap Guven yên di sala 1994’an de ji hêla Tabûra Komando a Bîsmîlê ve hatin binçavkirin û li Navenda Sanayî a Bismilê bi du endamen PKK’ê re di goreke komî de hatibûn definkirin, ji hêla DÎHA ve hat dayîn, cenaze hatibûn dîtin. Dîsa welatiyê bi navê Şehmus Yuksel piştî bi îşkenceyê hat qetilkirin û li gundê Zeko yê Bismilê bombe bi bedena wî ve hat girêdan û ew teqandin, dîsa bi pêşandana nûçeyan cihê lê hatibûn definkirin hat dîtin.

‘Ez bi saxî xistim gorê’
Davut Kurt, da zanîn ku ji aliyê leşkeran ve rastî lêdan û îşkenceyê hat û leşkeran hemû xanî şewitandin. Kurt, destnîşan kir ku leşkeran hovîtiyek mezin pêk anî, ew ji nava hemû gundiyan derxist û li ber çavê hemû gundiyan îşkence bi wî kir û wiha berdewam kir: “Piştî ez ji ser hişê xwe çûm, gotin miriye û ez bi saxî defin kirim. Ez li gel endamê PKK’ê Orhan birim goristana gund defin kirim. Herî dawî min çavê xwe li nexweşxaneya Amedê vekir. Min bawer nedikir ku ez dijîm. Piştî leşker ji gund qetiyan welatiyên gund ez ji gorê derxistim.”

AMED/DIHA