Mûhammedî bibîr xist ku li Bakurê Kurdistanê her roj bi dehan jin û zarok ji aliyê hikûmeta AKP’ê û Hêzên dewletê ve tên qetilkirin û destnîşan kir, êrîşa li hemberî meşa li Stockholmê ya ew jî lê birîndar bû, parçeyek ji êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê ye. Mûhammedî da xuyakirin, ku divê Kurdistaniyên li dîasporayê û li Ewropayê dijîn, li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk derkevin.

Mûhammedî da xuyakirin, ku piştî birîndar û ew rakirin nexweşxaneyê, hevrêyên wî û gelê Kurd destekeke mezin dane wî û got, “Her roj li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Piştî ku ez hatim malê, rojane herî kêm 25 kes tên ziyareta min. Ev destek ji bo min û malbata min gelekî girîng û hêja ye.”

Têkildarî pêvajopa tedawiyê de jî Mehmûdî wiha axifî: “Doktoran berê gotibûn, ji sedî 3 şensê min ê jiyanê heye. Lê şensê min ê jiyanê qet tinebû. Dema ez anîm nexweşxaneyê, her kesî digot, ez mirî me. Li gorî doktoran, eger bijiyam jî, ancax piştî 4-5 salan bihatima ser hişê xwe. Lê ez di nava 2 mehan de rehet bûm û ji nexweşxaneyê derketim.”



MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM