Axaftin ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber, herdu cîgirên Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam û Elîzabêt Goriyê, Nûnerê Partiya Aştiya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryanî, Yekîtiya Jinên Suryan, Partiya Çep a Demokratîk, Partiya Lîberalî Kurdistanê û Partiya Komînîst a Kurd li Sûriyê hatin kirin. Di axaftinan de lidarxistina konferansê hate pîrozkirin û hate destnîşan kirin ku hemû destkeftiyên gel bi saya xwîna şehîdan û bi berxwedana YPG’ê hatine bi dest xistin.
Her wiha hate gotin ku ew bi doza têkoşerên azadiyê re girêdayî ne. di dawiyên axaftinan de serokên desteyan destnîşan kirin ku ewê bi hemû derfetên xwe ji bo xizmeta malbatên şehîdan û zarokên wan bixebitin. Piştî axaftinan, rapora salane ya Saziyê hate xwendin. Piştre rewşa siyasî û rêxistinî û kar û çalakiyên di salekê de pêk anîne, hatin gotûbêjkirin û nirxandin.
Her wiha rêziknameya Saziyê jî hate xwendin û ji bo kêmasiyên wê werin derbaskirin, xalên rêziknameyê ji aliyê endaman ve xistin dengdayînê. Piştre ji aliyê endaman ve Mihemed Îbrahîm û Cîhan Gulo wekî hevserokên Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo hatin hilbijartin. Ji bo nûnerên taxên bajarê Qamişlo jî hilbijartin pêk hatin û 29 endam hatin hilbijartin.
QAMIŞLO