Xelkê Şedadê cenazeyên 5 şervanên QSD`ê yên ku di qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin. Her wiha nasnameyên 2 şervanan hatin eşkerekirin.

Şêniyan cenazeyên Elî El-Ewed (Firat Şedadê), Cemal El-Casim (Gelaa), Hisên El-Hisên (Yamin), Elî El-Besîlan (Qasim) û Hemîd Ewad (Hemze) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

DAIŞ wê tune bibe

Di merasîmê de ji fermandarên QSD`ê Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbatên her 5 şehîdan re xwest. Hemade destnîşan kir ku ji bo ku herêm ji êrîşên çeteyan xilas bibe şehîdan canê xwe feda kir.

Di dawiyê de Hemade tekez kir ku Şerê Tunekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome, çeteyên DAIŞ`ê ji hemû aliyan ve di çemberê de ne û di wî şerî de dê werin tunekirin.

Her wiha bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Paşê wesîqetên her 5 şehîdan ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman Hemade ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha nasnameyên Hesen El-Salih (Diya) û Hemed Ebîd hatin eşkerekirin, wesîqeta şehadeta wan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyên her 5 şervanan di nava tilîlî û dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

 

ANHA/HESEKÊ