Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de li Kerkûkê di nav 2 mehan de 127 hezar îmze hatine komkirinLi Başûrê Kurdistan di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de ku bi hedefa milyonek îmze hatibû destpêkirin bi eleqedariyeke mezin a Kurdistaniyan bi rê ve diçe.
Li ser vî esasî ku di 8’ê Gulanê jî li Kerkûkê kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Duh êvarî li Parka Kelha Kerkûkê ji aliyê komîteya kampanyayê ve bi daxuyaniyekê encamên 2 mehan ên kampanyayê hatin aşkerakirin û hat destnîşankirin ku di nav 2 mehan de li Kerkûkê û derdora wê 127 hezar îmze hatine komkirin.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de ku bal kişand ser girîngiya kampanyayê wiha hat got, “Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ku li Başûrê Kurdistanê bi armanca 1 milyon hatibû destpêkirin em hêvîdar in bibe wesîleya yekîtî û piştgiriyeke xurt a di navbera gelê Kurd de. Em li ser navê komîteya kampanyayê tevayî kes û derdorên piştgirî dane kampanyayê spas dikin.”
Li Wanê 200 hezar îmze
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya TUHAD-DER'a Wanê de heta niha ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan zêdetirê 200 hezar îmze hatine berhevkirin. TUHAD-DER'a Wanê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din serbest bên berdan di 19'ê hezîranê de kampanyayekî îmzeyê dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku dê heta 15 tîrmehê bidome de heta niha zêdetirê 200 hezar îmze hatine berhevkirin. Serokê TUHAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku ji bo berhevkirina îmzeyan wan li navenda bajar gelek cihan standên îmzeyê hatine vekirin û da zanîn ku li bendê ne heta 15 tîrmehê ew hejmara îmzeyan derxînin 300 hezarî."
Aygun, diyar kir ku îmzeyên hatine berhevkirin dê ji Serokkomar, Serokwezîr û Wezareta Dadê re bişînin. Her wiha Aygun, destnîşan kir ku wan di encama nîqaşan de biryar deye ku kampanyayê bi tevahiya Tirkiye û heremê belav bikin û ji bo vê jî dest bi amedekariyan kiriye.
Li Den Haagê 21 hezar îmze
Li bajarê Den Haag ê Hollanda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî 21 hezar îmze hatin komkirin. Kurdistanî di Mîhrîcana Rock û di Mîhrîcana Mîlan a ku 3 rojan berdewam kir de ji bo komkirina îmzeyan seferber bûn. Tevayî endamên Komîsyona Meclîsa Gel a li Den Haag ku beşdarî komkirina îmzeyan bûn, Komîsyona Têkiliyên bi Gel re 6760, Komîsyona Ciwanan 5320, Komîsyona Çandê 3380, Meclîsa Jin 2500, Komîsyona Saziyan 2120, Komîsyona Civakî 800, Komîsyona Aştî û Lihevkirinê 720 bi tevayî 21.600 îmze hatin komkirin.
KERKÛK/WAN/DEN HAAG