Di şerê derdora Tebqa û gundê rojhilat de 52 çete hatin kuştin. Her wiha li herêma Şehba jî 8 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin.

Operasyona rizgarkirina derdora Tebqa û Bendava Firatê ya QSD’ê îro di roja 46’an de didome.

Li gundê Sahil El Xeşeb ê rojhilatê Tebqa şerê di navbera QSD û DAIŞ’ê de ev 4 roj in dewan dike. Pêr dî 2 çete pê li mayina şervanan kirin û her du jî hatin kuştin. 

Li gundê Safsafah û Ebadê ku 4 km dûrî bajêr in, piştî ku şervanan êrîş şikandin hê jî operasyon berdewam dike. Di operasyonê de du serek çete 40 çete hatin kuştin. 18 termên çeteyan, 4 BKC, 14 keleş û 60 şarjor, 5 bombeyan destan, 1 demance, 1 dûrbîna rojê, 1 katyûşa û 73 rokêtên katyûşa, 1 doçka, 12 guleyên hawanê hatin bidestxistin. Her wiha gelek guleyên BKC, Doçka jî ketin destê şervanan.

 Li Tebqaya Nû ( Hey Ewwel, Tanî û Salis) pêr heta berê sibehê şer hebû û 10 çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxane kete destê şervanan. Hat ragihadin ku hîn jî şer didome. Pêr di şerê Sahil El Xeşab û 3 taxên Tebqa de 76 çete hatibûn kuştin.

Li Şehba jî 8 çete hatin kuştin

Ceyiş El-Siwar bersiva êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên pêr li ser gundên Şehbadan û di encamê de 8 çete hatin kuştin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku li gundê Tiwîs, Til Malid û bajaroka Mari bicih bûne, şeva din êrîşe Bendava Şehba, Hisiyê, Simoqe, Til Medîq û Qolsirûc, kirin. Çeteyan di êrîşan de çekên giran bi kar anîn. Ceyiş El-Siwar jî bersiva êrîşan dan û li herêmê şer derker. Nûçegihanên  Ajanda Nûçeyan a Hawerê (ANHA) ji herêmê raghandin ku şer heta saet 4`ê sere sibeha doh dewam kiriye û şervanên Ceyiş El-Siwar êrîşa çeteyan têk birine. Di bersivdayîna şervanan de 8 çete hatine kuştin. Ji herêmê hat ragidandin ku çeteyan bi dijwarî ew gundên ku sivîl têde ne, topbaran dikin. Di encamê de ziyanên maddî gihîştin mal û milkên welatiyan û topbaran didome. 


REQA