Bi serfirazî deng bidin HDP û Demirtaş
Namzetê HDP´ê yê serokkomariyê Selahettin Demirtaş ê li zindana Edirneyê dîlgirtî, bi rêya telefonê mîtîngek kir û got, “Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne. Tu dikarî vê bikî, xwişk û birayên min ên delal. Ji bo rojên xweş û geş, dem dema guhertinê ye. Em bi hev re bikin, em bi hev re bi ser kevin.”
Selahattin Demirtaş destnîşan kir ku civak ji AKP’ê ne razî ye, reşbîn e û got, “Niha ne dema hêvînemanê ye, ne dema tirsê ye. Em ê bi hev re bibin welatekî mezin ê bi xwişk û biratî.” Demirtaş ev bang kir, “Dengekî bidin HDP’ê, dengekî bidin Demirtaş.”
Di ‘mîtîngê’ de ku ku malbata wî tê de amade bû, Demirtaş wiha dewam kir:
“Ez bi vê dizanim û dibînim. Rewşa min tenê mînakek e. Îro temamiya welêt, tevahiya welatiyên me bûne mexdûrên bê edaletiyê. Bê edaletî ne tenê li avahiyên edaletê rû didin. Li nexweşxaneyan, li zanîngehan, li nava zeviyan, li febrîkayan, li daîreyên dewletê û li kolanan her roj li her derê her kes dibin mexdûr û bê edaletî li wan tê kirin.”
AKP´ê civak reşbîn û hêvînemayî kir
Demirtaş got, Tirkiyey veguheriye girtîgeheke nîv vekirî û wiha peyivî: “Bi vê yekê, dixwazin tirsê bixin dilê her kesî, bixin dilê tevahiya civakê.
Lê belê pêkanînên antî demokratîk ên salên dawî, civaka Tirkiyeyê kiriye gelê herî nerazî û reşbîn.
Ne heq e ku em bi rêveberiyeke wiha nebaş bijîn. Weke welatiyên li ser erdê herî bedew û dewlemend ê cihanê, ne heq e ku em hêvînemayî û xizan bin. Ev yek ne çarenûsa me ye, em ne neçar û mekûmî vê ne.
Em dikarin dest bidin hev û bi hev re Tirkiyeya demokratîk a paşerojê, jiyana nû, jiyaneke bi kêf û xweşî, jiyaneke azad ava bikin.
Xwişk û birayên min ên hêja, dem ne ew dem e ku em bêhêvî bin û bitirsin. Bi lihevkirin, piştevanî û yekîtiyê em dikarin hemû pirsgirêkên welatê xwe çareser bikin. Bêyî ku welatiyeke/î xwe mîna dijmin bibîne û xwe jê vegire, em dikarin bi hev re ji dil bibin welatekî mezin ê xwişk û biratiyê.”
‘Em bi hêvî ne, bi coş in’
Hîvîya serketinê û xilasbûna ji zilma heyî jî Demirtaş di dawiyê de wiha îfade kir: “Em niha hîn bêhtir bi hêvî, bi kelecan, bi coş xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Ez li vir di nava çar dîwaran de me. Lê pê dizanim ku niha bi hezaran Demirtaş li nava zeviyan, li karê çapeyê, li zeviyên findiqan in. Demirtaş niha li madenan e, li kargehan e. Li dersê ye, li amfî ye, li meydanan e. Li înşaetê ye, li berxwedana grevê ye. Ji kar hatiye avêtin. Bêkar e, xizan e. Ciwan e, jin e, zarok e. Lê berî her tiştî bi hêvî ye, bi coş e.
Demirtaş li hucreya Edîrneyê nîne, Demirtaş hûn in. Ji xwe bawer bin. Serbilind bin. Deng bidin xwe. Bibêjin; dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demirtaş.
Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne. Tu dikarî vê bikî, xwişk û birayê min ên delal. Ji bo rojên xweş û geş, dem dema guhertinê ye. Em bi hev re bikin, em bi hev re bi ser kevin.
Em ê teqez bi ser kevin û rojên azad bibînin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.” AMED