Di bin serkêşiya Koray Tarhan de, Kemal Ulusoy, Leyla Batgî, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer, Emîn Yalçinkaya, Bora Çelîk, Gûlê Ulusoy, Rêzan Kaya, Vural Tantekîn, Omer Şahîn, Berfîn Emektar, Rugeş Kirici, Nazim Hîkmet Çalişkan, Ayşe Sir, Berrîn Çelîk û Handan Ekîcî Çapanoglu derketin ser sehneyê û performansa xwe nîşan dan. Li ser dikê ji gelek teknîkên xweberbêjiyê nimûne hatin pêşkêşkirin, foruma gerdûnî bi forûmeke xwecihî hat guncandin û bi şêwazî dengbêjiyê hate pêşkêşkirin. Performansa ku ji du perdeyên 45 deqeyî pêk hat, çîrok û qese bi şiklekî xweber hatin vegotin. Temaşevan jî beşdarî diyarkirina mijarê bûn. Piştî lîstikê, Tarhan, Derhênerê Hunerî yê Şanoya Bajêr Ruknettîn Gun vexwend ser dikê û spasiya wî kir.
Hêjayî gotinê ye, her roja çarşemê saet 20.00’an li Sînemaya Berûkê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şanoya xweberbêjî tê pêşkêşkirin.
AMED