EGÎT URAL*

Di dîroka mirovahiyê de gelek pêxember û serok hatin û li hemberî kedxwar û pûtperestan şoreş dan destpêkirin. Bi tekoşînê kelih û qesrên kedxwar û zaliman bi ser serê wan de hilweşandin. Bi vî rengî dawî li desthilatiya wan anîn. Civaka xwe di milê huner, çand û felsefeyê, bawerî û her wekî din de bi pêş ve birin. Van berxwedêran navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî.

Gotineke me ya pêşiyan heye, dibêje, ‘Aqil taca zêrîne, di serê  her kesî de nîne’. Rast e, wisa ye. Ji ber ku gelek serok û rêber ji nava civaka Kurd rabûn lê kesekî ew taca zêrîn neda serê xwe. Civaka Kurd ji vê  bindestiyê û qirrkirinê ber bi azadiyê  ve nebir. Her çiqas berdêlên giran dan jî negihiştine armanca xwe û firsendên sedsala 20’an ji dest berdan. Tê gotin, dema civak qels dibe ango derbê dixwe,ji nava xwe serok û rêberên xurt derdixin. Ev serok an ji rêber mohra xwe li dîrokê  dixin. Dîsa gotineke pêşiyên me heye dibêje, ‘ Dinya xan e, hin jê  çûne hin lê mane. Lê ew jî wê  bidin dûv wana’. Bila her çiqas dewletên kapîtalîst Fîrawnên mîna Erdogan bi çek û cebilxane bikin, çiqas li dijî doza Kurd şekil û şemala wî biguherînin, wek pêşiyên me gotî, ew jî dê bidin pey wan dîktatoran. Ew ê biqewite! Ji ber ku Serok Apo bi felsefeya xwe bi fikir û ramanên xwe di serî de ji gelê Kurd û Rojhilata Navîn, ji hemû cihanê re bûye hêvî û ronahî. Hûn her çendî li ser axa pîroz bombeyan bibarînin û bi top û tangên xwe vê axa pîroz bombe  bikin jî, hûnê nikaribin pêşiya vê  dozê bigirin. Doza ku Serok Apo çêkirî, mîna çemên Dîcle û Firatê, pêl bi pêl mezin dibe û bi deryayê ve diherike. Derya jî pêlên xwe hê  xurttir dike û dibe Tsunamî û desthilata zaliman ji binî ve hildiweşîne. Carinan fikir û ramanên Serok dibin helbest. Heger mirov vê  helbestê ji dil bixwîne dikare dil û hinavê mirov bişewitîne. Ku bi kilamî were gotin, dikare mirov bikişîne govenda azadiyê û serê govendê bigerîne.

Bila dagirker baş bizanin, mîna berê li ser xaka pîroz wê nikaribin hespê xwe bi hêsanî û ewlehî bibezînin.  Erê hevalno! Wisa xuya ye dê sala nû ji bo gelê Kurd gelek derfetên serxwebûn û azadiyê bi xwe re bîne. Ji bo em van derfetan mîna sedsala 20’an ji dest nedin, pêwîst e bi giyanê Apogerî em erkên xwe bi cîh bînin. Bi vî rengî em ê tola şehîdên şoreşê hîlînin û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bişkînin. Îro li paytexta qatilan, li Strasbourgê ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe, me 15 şoreşgeran çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger daye destpêkirin. Bila dijmin vê baş bizane ku berdêl çi dibe bila bibe, em tev bi biryar in ku tecrîd ranebe, wê ev çalakî bidome. Em ê vê çalakiya bi wate bi serketinê tacîdar bikin.

* Çalakgerê greva birçîbûnê ya li Strasbourgê