Piştî nasnameya wan diyar bû malbata Endamê HPG’ê Ersin Ozturk (Rubar Serhat) çûn cenazeyê xwe ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Tîgora Qersê. Malbatê piştî cenaze anîn Tîgorê bi konvoya ku ji dehan maşîne pêk dihat birin gundê Gulheyranê û li gund bi girseyî defin kirin. Di merasima cenaze de Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, endamê Meclîsa BDP'ê Orhan Artunç, endam û reveberên BDP'ê û gelek kesên din jî amade bûn. Cenaze di ketina gund de bi girseyî hate pêşwazkirin. Komê di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşmeyên “Şehid Namırın” , “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok" û “PKK tolhildan" berz kirin. Gersê pişti li mizgefta gund wecibeyên olî pêk anîn, cenaze li Gorgistana Gund defin kirin.
Piştî cenazeyê Ozturk hate definkirin Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtane, axivî û sersaxî ji gelê Kurd û malbata Ozturk xwestin. Bîrtane, anî ziman ku Ozturk tev li karwanê azadiyê bû û wiha got: "Rûbar Serhat jî tev li şehîdê azadiyê yên Kurdistanê bû. Pergal dixwaze bi operasyonên siyasî û leşkerî têkoşîna Kurdan û nirxên wan winda bike. Lê heta ku Rubar Serhat û hevalên wî hebin û dê ev doz bilind bibe. Gel li hemberî operasyonên siyasî leşkerû zextan serî natewîne."
Endamê Meclîsa BDP'ê Orhan Artunç jî axivî û wiha got: "Rubar Serhat şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Ji bo gelê xwe û mafê xwe têkoşiya. Di têkoşîna 30 salan de bi hezaran ciwanên Kurd şehît ketin. Ev ne şehîdê ewil e, ne jî yê dawî ye. Heta ku ev înkar û îmha hebe dê ciwan jî xwe ji bo doza xwe feda bikin. Tu tişt me ji doza me dûr naxe". Girsê piştî merasimê konê şînê ziyaret kir. 

QERS