Cenazeyê Endamê HGP'ê Aytekîn Ozçîçek (Rojhat Amed) ê ku di 24'ê mijdarê de di teqîna li dijî Qereqola Angulê ya navçeya Lîceyê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da şevê din ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Erxanî ya Amedê. Cenazeyê Endamê HPG'ê piştî merasîma li navçeyê li Goristana Gulbaran a Erxaniyê hate definkirin. Cenazeyê Endamê HPG'ê Aytekîn Ozçîçek (Rojhat Amed) duh li çoltarê navçeya Lîceyê ya Amedê ji ailyê welatiyan ve hatibû dîtin û bi konvoyekî qelebalik bu sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vir e" biribûn nexweşxaneya navçeyê. Konvoya cenazeyê Ozçîçek di ketin navçeya Lîceyê rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û leşkeran hatibû. Ligel mudaxeleya leşker û polîsan girseyê cenaze teslîmî leşkeran nekir û cenaze bi konvoye biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê. Li ber nexweşxaneyê jî polîsan mudaxele girseyê kir û camên nexweşxaneyê hatibûn şikandin. 

AMED