Cenazeyê Endamê HPG'ê Saît Eroglu (Xebatkar Reber) ê ku li navçeya Henê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bîsmîlê ya Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Hate zanîn ku polîsên Midûriyeta Polîsên Amedê ji bo malbat serê sibê cenaze definbike zext pêk anîn. Cenazeyê Eroglu pêr li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû girtin û şevê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hatibû sekinandin. Konvoya cenaze li Tesîsên Behram Petrolê ji aliyê sedan kesan ve bi çepikan hate pêşwazîkirin. Li navçeya ji bilî dermanfiroş û firinan hemû dikan girtî polîs û leşkeran tedbîrên gelek berfireh girtin. Hewildana astengkirina konvoya cenazeyê Eroglu ji aliyê girseyê rastî bertekên tund hat. Polîs û leşkeran riya Êlih û Amedê aliyek girtin û bi wesayîtên zirxî konvoya cenazeyê Eroglu heta derveyî navçeyê pê re çûn. Cenazeyê Endamê HPG'ê Eroglu di bin tedbîrên gelek berfireh û zextan dan anîn gundê Belî yê Bîsmîlê û konvoy di ketina gund bi sloganan hate pêşwazîkirin. Bi hezaran kesan darbesta bi ala PKK'ê hatî pêçandin hilgirtin û hate mizgeftê meşiyan. Dayika Endamên HPG'ê Eroglu Aysel Eroglu li ber mizgeftê bi gotinên, "Ji bo kurê min negirîn ew fermandar bû. Fermandaran peywira xwe bi cih anînî û vegeriyan mala xwe. Ez bi wî serbilind im. Pişt re bi hezaran kesan darbesta Eroglu hilgirtin û ber bi goristana gund ve dest bi meşê kirin. Piştî karên veşaritinê rêzgirtin pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bîsmîlê Nîzamettîn Azad diyar kir ku hate gelê Kurd azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşînê bimeşîne.
Li Silopiyê merasîma girseyî
Cenazeyê Endamê HPG’ê Cîhan Şen (Serhat Silopî) yê ku di êrîşa hewayî ya di 5-7’ê îlonê de li hemberî Çiyayê Kato Marînosê yê Elkê de jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê ji Morga Saziya Tipa Edlî hate girtin û bi konvoyeke qelebalik anîn Silopiyê. Gelek kesên tevli konvoya cenaze bûn. Piştî vecîbeyên olî darbesta Şen bi alên kesk, sor û zer hate pêşandin û ji aliyê ciwanan ve heta wesayîtê li ser milan birin. Serokê BDP'ê yê Silopiyê Mutalîp Sakman, diyar kir ku ew dê girêdayî bîranênên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan bin û wiha got: " Gelê Kurd ji bo jiyaneke azad têkoşînê dide û dê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bidomîne." Bavê Endamên HPG'ê Şen Suleyman Şen jî wiha got: "Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd sax be.” Piştî axaftina girse bi sloganan li taxa Harun Boy ji bo Endamê HPG'ê Şen konê sînê veda.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Necdet Dînçadam (Dîren Van) ê ku di pevçûna li Çiyayê Kato ya Şirnexê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li Wanê bi sloganan "HPG tolhildan" hate definkirin. Di merasîma cenaze de dayîka Dînçadam Alîme Dînçadam, axivî û wiha got: "Odeya kurê min baş çêbikin" Ev gotin bû sedema demên hestiyar. Cenazeyê Endamê HPG'ê Necdet Dînçadam (Dîren Van) ê ku di 5-7'ê îlonê de li bejahiya Çiyayê Kato yê Şirnexê de jiyana xwe ji dest da di ketina Wanê de bi girseyî hate pêşwazîkirin. Li ser riya konvoya cenaze lê derbas bibe li gelek nokteyan leşker û polîsan nokte danîn û tedbîr girtin û wesayîte zirxî ya polîsan konvo şopand. Konvoya cenaze li taxa Îstasyonê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Dayika Endamê HPG'ê Dînçadam Alîme Dînçadam bi gotina "Odeya kurê min xweşik çêbikin" qêriya. Bavê Endamê HPG’ê Dînçadam Nurettîn Dînçadam jî got “Ez bi kurê xwe serbilind im.” Birayê Dînçadam Sabahattîn Dînçadam jî wiha got: “Birayê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Êdî bila ev xwîn bê rawestandin. Bi zordariyê nagihijin tu encaman. Piştî birayê min û hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan leşkeran kîmyasal bikaranî. Her aliyê wan hatibû şewitandin. Ev yekê hovîtiye.”
AMED/ŞIRNEX/ WAN