Cenazeyê şervanên YPG’ê Çiya Herekol, Ebas û Egîd Ezîzku di pevçûnên li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa de jiyana xwe jidest dabûn, ji nexweşxaneya Dêrikê hatin wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve hatin birêkirin, li goristanê merasîma
Li bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Xezna ku di pevçûnên gundê Çêlekê yê Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dabû, ji Mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişlo hat wergirtin û bikerwanekî wesayîtanber bi gundê Xezna ve hat birêkirin, ji wir jî cenaze bi karwanekî ber bi Goristana Şehdî Ebdulhemîd a li gundê Dugir ê Tirbespiyê ve hat birêkirin. Li goristanê merasîma rêzgirtinê hate lidar xistin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Xezna bi dirûşmeyên li Goristana Şehîd Ebdulhemîd hat definkirin.
Cenazeyê endamê Asayîşê Malik Mihemed Salih jî ku roja 31’ê tîrmehê di encama êrîşeke bombeyî de li taxa Miftî ya bajarê Hesekê de birîdar bû û beriya du rojan diyana xwe jidest da, ji Mizgefta Qasimo a bajarê Qamişlo hat wergirtin û ber bi Goristan Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê ve hate birêkirin. Li goristanê merasîma rêzgirtinê hat lidarxistin û piştre Hevserokê Meclisa Gel a Rojava û endamê Desteya Bilind a Kurd Ebdul Selam Ehmed axivî. Ehmed, bal kişan ser êrîşên komên çekdar ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistannê û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kir.
DÊRIK