
Cenazeyên şervanên YPG’ê Fehmî Murat, Samî Ehmed, Ehmed Murat, Ferhan Xelo û Behedîn Eleedîn Hisên ên ku di encama pevçûnên di 15’ê Cotmehe de li gundê Til Elo yê girêdayî bajaroka Çilaxa ya Girkê Legê de bi 10 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabûn, îro bi merasîmek leşkerî hatin oxirkirin. Cenazeyên 5 şervanan ku duh anîbûn Mizgefta Taxa Enteriyê ya Qamişlo, piştî muameleyên olî ji aliyê sedan kesan ve hatin wergirtin û li ser milan birin Goristana Şehîd Delîl Saruxan.
Li goristanê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîmê de ji fermandarên YPG’ê Hesen Qamişlo axaftinek kir û got: “Em ê doza şehîdên bidomînin û em soz didin ku em xwîna wan li erdê nahêlin.” Piştî axaftina Hesen, li ser navê malbatên şervanên YPG’ê jî axaftin hatin kirin û soza şopandina riya cangoriyên azadiyê hate dayîn.
Çeka hevalên xwe hildan
Piştî axaftinan, 5 ciwanên hevalên şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku ew tevlî YPG’ê dibin û soza şopandina riya “Şehîdan” da.
Piştî îlankirina tevlîbûna YPG’ê cenazeyên şervanên YPG’ê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin “, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey şehîd” û “ Bijî Serok Apo” hatin definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilwehab Ehmed Ebdilqadir ê bi nasnav Goran yê ku li bajarê Serêkaniyê di berxwedana li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû jî li Dirbêsiyê hate definkirin. Cenzeyê Ebdilqadir pêşiyê birin mala malbata wî ya li gundê Nasra û piştre anîn Dirbêsiyê.
Bi sedan welatiyên li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekirin, cenazeyê şervanê YPG’ê wergirtin. Cenaze piştre birin Meydana Şehîdan û li vir merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku li rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb, li ser navê malbata Şehîd Goran dayîka wî û li ser navê TEV-DEM’ê Husên Çawîş axivîn. Di axaftinan de soza şopandina riya “şehîdan” hate dayîn.
Piştî merasîmê cenazeyê şervanê YPG’ê bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Ş. Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê. Cenaze li vir bi merasîmek leşkerî hate definkirin.
QAMIŞLO/DIRBÊSIYÊ
Cenazeyê Dundar birin Nisêbînê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferît Dundar ê di pevçûna ji ber êrîşa çeteyên El Nûsra ya li gundên Çilaxa û Girê Spî jiyana xwe ji dest da, birin Nisêbînê.
Tevî ku YPG’ê ji bo cejnê bi yekalî agirbest îlan kiribû jî, çeteyên El Nûsra êrîşî çeperên YPG’ê yên li Çilaxa û Girê Spî kiribûn û di encama pevçûnê de 77 çete hatibûn kuştin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferît Dundar ê di pevçûna mijara gotinê de jiyana xwe ji dest da, anî Deriyê Sînor ê Nisêbînê. Cenazeyê Dundar bi girseyî hat pêşwazîkirin. Li dû kar û barên fermiyetê dê cenaze bibin mala malbatê ya li kolana 27 Mayis Şehîtler.
NISÊBÎN