Ji 5 HPG'iyên ku di pevçûna 10'ê Çewlikê de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê Mûrat Demîr (Serhat Firat) pêr ji Meletiyê girtin û anîn navçeya Hêlwana Rihayê û li goristana Yenîkoyê hat veşartin. Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî û cîgirê Serokê BDP'a Rihayê Mehmet Çîçek jî di nav de bi hezaran kes tevli merasima cenaze bûn. Polîsên ku di ketina navçeyê de tedbîrên berfireh girtibûn destûr nedan cenazeyê Demîr bibin mala wî û xwestin cenaze rasterast bibin goristanê. Malbatê jî dema ku cenaze dibirin goristanê girseya ku li mala şînê radiwestiya bertek nîşanî astengiya polîsan da û ber bi cadeya mezin ve dirûşmeyên “Şehîd namriin”, “Ey şehîd xwîna te erdê namîne” berz kirin û dest bi meşê kirin. Polîsan jî barîkat danîn ser cadeyê û meş asteng kir. Piştî hevdîtinan girseyê meşa xwe berdewam kir.

Karwana cenaze asteng kirin 

Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Bînîcî di merasimê de axivî û wiha got: “Têkoşîna azadiya Kurd çawa li Hêlwanê yekem car destpê kir, bila çavên Murat jî vekirî neçe. Têkoşîna li Hêlwanê heta dawiyê dê bimeşe. Li dijî zilmê gelê Kurd dê li pey Muratan de bimeşin. Tekane daxwaza dayikê ew bû ku cara dawî kurê xwe bibe mala xwe. Van dijminan van polîsên AKP'ê destûra vê yekê nedan. Serokwezîr dê hisaba hevalê Murat çawa bide. Serokwezîr bi hezaran leşkerî rêdike çiyayan. Dema ku vê dike jî li ser misilmaniyê siyasetê dike. Ev yek minafiqiye.” Piştî axaftinan girse derbasî mala şînê bû. Li mala şînê jî wêneyên Demîr hatin daliqandin. Dayika Demîr Zelîha Demîr jî wiha axivî: “Kurê min Mûrat kezeba min peritand. Hêvîdar im ku kezeba dayikên hevalên wî neşewitin. Xudê bela xwe li Erdogan bide. Xwedê hevalên Muratê min biparêze."
Lelîhan Koyun (Pelîn Koçer) a HPG'î jî piştî ku ji cenazeyê wê ji navenda Turgut Ozal a Tibê Meletiyê girtin anîn navçeya Misirca Sêrtê. Parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçer, Halîl Aksoy û Husamettîn Zenderlîoglu jî di nav de konvoya ji dehan wesayîtî pêk dihat di ketina Êlihê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Di ketina bajêr de gelek wesayîtên TOMA û polîs hatin bicihkirin û destûr nedan konvoya cenaze bikevin Êlihê. Li ser vê yekê di navbera parlamenterên BDP'Ê û polîsan de alozî rû da. Piştî saetekê konvoy hat rawestandin konvoy vê carê ber bi Misircê ve birê ket. Girseyê vê şeveqê cenazeya Koyun bir mala wê ya li taxa Yeniyê. Rêvebirên BDP'î jî di nav de gelek welatiyan cenaze pêşwazî kirin. Piştre cenazeyê Koyun ji vê derê birin mizgeftê û wecibên olî hatin pêkanîn.

Jinan cenaze rakir
Gelek polîs jî destûr nedan girseyê ku bi peyatî bimeşin. Li ser vê yekê di navbera parlamenter Uçer û polîsan de xirecir derket. Balkêş bû ku polîsekî di wê kêlîkê de ji Uçer re got: 'Bê terbiye' Piştî nîqaşeke dirêj polîsan destûra meşê dan. Girseya ku darbesta Koyunê danî ser milê xwe cenaze anîn mizgeftê. Tevî hemû astengiyên polîsan jî di seranserî meşê de girseyê dirûşmeyên wekî: "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Piştî ku li mizgeftê wecibên olî hatin pêkanîn jinan dîsa darbesta Koyunê danîn ser milên xwe û ber bi goristana taxa yeniyê ve meşiyan û li goristanê veşartin. Di dema ku cenaze dihat veşartin de wesayîtên zirxî û polîsan jî goristan dorpêç kirin.
Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer di merasimê de axivî û wiha got: "Gelê Kurd bi salan e têkoşîna azadiyê dide. Li hemberî vê têkoşînê dewlet û hikûmeta AKP'ê jî operasyonên xwe zêde kirine." Bavê Koyun Sabrî Koyun jî wiha axivî: "Keça min di riya Rêbertiya xwe de meşiyaye û tevli têkoşînê bûye. Ev ji bo me rûmeteke mezin e." Girse piştî merasima cenaze derbasî mala şînê bû.

RIHA