Bi hezaran kes ji hemû pêkhateyên herêma Dêrikê ji bo wergirtina cenazeyê Endamê Meclisa Leşkerî yê YPG’ê Çekjîn Efrîn û şervanê YPG’ê Hawar Efrîn ên ku di pevçûnên li gundê Sefa yê Çilaxa de şehîd ketin, pêr saet di 15.00’an de li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Piştî cenaze ji nexweşxaneyê hat girtin, bi kerwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hat oxirkirin.

Di dema meşê de girseya qelebalix bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re berz kirin û di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên fermandarê YPG’ê Çekjîn Efrîn û şervanê YPG’ê Hawar Efrîn, alên YPG’ê û TEV-DEM’ê vekirin. Piştî kerwana wesayîtan gihişte goristanê li vir merasîm hat li dar xistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li axaftina Fermandarê YPG’ê Çekjîn Efrîn ku di merasîma şervanekî YPG’ê de kiribû hat guhdarkirin. Çekjîn Efrîn di axaftina xwe ya wê demê de diyar kiribû ku ruhê berxwedanê ya şervanên YPG’ê dê serkeftinê li dijî komên çete bi dest bixe.
Di berdewama merasîmê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê silav kir. Hisên bang li kesên ku ji Rojava koçber bûne kir ku di vê demê de vegerin welatê xwe û bi têkoşîneke bi rumet li kêleka YPG û YPJ’ê têbikoşin û parastina herêmên xwe bikin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftin hat kirin û soz hat dayîn ku dê gelê kurd riya parastina xwe bidomîne.
Piştî axaftinan, sicîlên pakrewanan radestî malbatan hat kirin û piştre cenaze ji aliyê girseyê ve bi diruşmeyên “Şehîd namirin” û tilîliyan spartin axê.

Li Amûdê û Hesekê merasîm
Cenazeyên şervanê YPG’ê Malik Mehemed Xelef, endamên meclisên gundên Amûdê Bruksk Salih Fatimê, Îsam Ebdulrezak Hisên, Berzan Ednan Umer, Amir Fewaz Ehmed, Selman Xelîl Nayîf û Enes Zavê ku pêr di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda YPG’ê ya li ser riya Amûdê û Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesan ve ji Navenda Tanduristiya Gel a Amûdê hatin wergirtin.
7 cenaze ji vir ji aliyê hezaran kesan ve li ser milan 3 kîlometre bi meşê birin Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir. Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 7 cangoriyên azadiyê û alên YPG’ê hatin vekirin de, zêdebûna jin û ciwanan bal kişand. Hejmara girseya ku ji 7 salî heta 70 salî tevli bibûn dema gihîşt goristanê gihîşt deh hezaran kesan. Piştî girse gihîşt goristanê bi dirûşme û tililiyan cangorî spartin axê.

DÊRIK /AMUDÊ