Tew hema nizanim, piştî xwendina Kurdî, min rahişt romaneke nivîskarekî Swîsrî. Behsa romanê bi mirinê destpêkirina jiyanê ye; hefteya bihurî min xwe bi romana Gava Heyatê kiribû. Min behsa wê gava heyatê kiribû ku Lokman Ayebe bi mirinê dabû destpêkirin. Êdî ka ji xwe re li hev hat, ka Xwedê welê xwest, dîsa gaveke heyatê, yan jî gaveke mirinê kete ber destên min. Rolf Lappert serhatiya mezinbûna zarokekî piçûk mayî, ji derb ketî weke gaveke heyatê hûnaye. Hûnandineke di hunera vegotinê de serketî û xwîner jî lê serwext dike ku ev vegotina xurt ne bîlasedem e. Bi anîna dinê ya zaroka xwe re dayikek dimire, bav ji qehran lê dixe diçe û li ber destê me vebêjeke kesê sêyem ê yekhejmar dimîne ku yeko yeko bi wan gavên heyatê/mirinê dadikeve. Lê ev vebêj dema diweste, kesê yekem ê yekhejmar êdî behsa xwe, dora xwe, jiyana xwe û tecrûbeyên xwe dike.
Lê herçî kesa sêyem e, bêhna wê fireh e; heta bi bapîr û dapîran diçe û hêdî hêdî bi tayên rabihuriya Wilbur ê sêwî dadikeve. Ew ji destpêkê destpê dike, erê serhatî bi bûna Wilbur dest pê dike, lê vegotin behsa trajediya bapîrê wî dike: wî bapîrê ku xezneyeke deryavanekî diziye ku li peravên Îrlandayê ji mirin difilite, lê ji ber ku zû alîkariyê pêre nagihînin, ji ber birîn, serma û nexweşiyê paşê dimire. Ha ev dizî û ev mirin dibin kabûsek li ser ruhê bapîrê Wilburî. Heta ku derewên ku herkes jê bawer dike jî ew nikare xwe bi wan bixapîne. Zewaca wî jî xewnereşkan ji ser wî naqewitîne. Heta ku welê lê tê ku piştî mirina jina xwe Orlayê bi kêra xwarina xwe jî neyê.
Me behsa Orlayê kir, Orla yek ji wan mirovan e ku ji bo Wilbur stûn in da ku xwe di merheleyên cihê yên jiyana/mirina xwe de xwe bi wan bigire. Lê ew jî di 11 saliya Wilbur de di encama qezayeke têra xwe trajîk dimire: Erebeya wê li hespekî dixe ku dayika hevalê Wilbur ji kurê xwe yê behle re kiriye. Ji ber ku bavê hevalê Wilbur ji vê aciz dibe (ji ber behlebûna kurê xwe, hem ji kurê xwe, hem ji xwedê û hem jî ji evdan xeyidiye), bi dayika wî re şer dike. Hevalê Wilbur ê ku ji xemsariya bavê xwe beramberî malbatê of bûye û nifrînê zora hemû hestên mayî li cem biriye, ha wê kêlîkê bavê xwe bi sîleha li malê dikuje. Ji gurmêniya sîlehê hesp dibizde, hevsarê xwe difilitîne û ha-ha bê serî dibeze, diçe.
Herçî kesê yekem e, ew Wilbur êdî mezin e, ji deryayê kesekî ew xelas kiriye, û diyar e wî xwe avêtiye deryayê. Ew li klînîkeke taybet tê ragirtin ku ji bo wan mirovan hatiye avakirin ku meyla xwe kuştinê li cem wan heye. Ha ev Wilbur yan xwe li laltiyê datîne yan jî bi rastî nikare bipeyive. Ew hem carinan di nava xeyalan de diçe û tê, hewl dide çend kêliyên beriya bikeve deryayê bîne bîra xwe, lê ew kêlî xwe lê xef dikin. Ji ber wê jî vegotina xeyalan, xewnereşkan, bibîranînan û rastiya kêliya niha ya di romanê de dema Wilbur vebêj e di nav hev de ne. Mîna girareke mirov nizanibe ka bi rastî çi tê de heye, mirov li bendê dimîne ka wê li ku derê deriyek li mirovî vebe da ku hinekî fêm bike û ji hev derêxe. Ha ew kêlî timî tê ku xwendina romanê rewantir dikin. Ez zêdetir behsa romanê nekim, lê ez dikarim vê bibêjim, Wilbur ê ku ji avê hez nake, jê ditirse û qet nikare avjeniyê bike, di dawî de weke cêwrikekî se jî be êdî dikare soberiyê bike û ew gava zelûl e û di destpêkê de bîhna mirinê jê difûre jî paşê vediguhere gava heyatê. Ya rastî Rolf Lappert ez bi hunera xwe ya vegotinê tamijkî kirim, û ew ji nivîskariyê negere, ez ê ji xwendina wî negerim.