Bi dirûşmeya “Çand û huner ji bo berxwedan û israrê” Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û koçberên Serêkaniyê û Girê Spî şahiyek li dar xist.
Şahî li hola Kerem a navçaya Amûdê bi beşdarbûna gelek hunermendên herêma Cizîrê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, endamên saziyên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, şervanên YPG, YPJ, nûnertên partiyên siyasî, rewşenbîr û şêniyên Serêkaniyê hate lidarxistin.
Endamê Koma Şehîd Zîlan a navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hunermend Selman Îbrahîm stran li ser Berxwedana Rûmetê, koçberî û şehîdan gotin.
ANHA/QAMIŞLO