Malbatên çalakgeran ji serokkomar Steinmeier re: Heger tiştek bi çalakgeran bê, em ê zanibin ku Konseya Ewropayê, CPT û welatên endamê Konseyê bi rola xwe ranebûne. Em; welatiyên Elman ji we rica dikin, di vê qonaxê de ku ne roj, lê kêlî jî êdî girîng in, ji bo pêkhatina daxwazên çalakgeran bi rola xwe rabin.
Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, nameyek ji Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier re şand. Di nameya ku Mazlûm Koç li ser navê malbatan nivîsî de ji Steinmeier hat xwestin ku bi rola xwe rabe û tesîra peywendiyên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re bi kar bîne da ku daxwaza çalakgeran pêk bê.
Li aliyê din li kêleka çalakiya bêdem û nedorveger a 14 çalakgerên ev 104 roj in di grevê de, çalakiya serê 5 rojan dorveger a girseyî jî dewam dike. Çalakî wê duşemê li pêşiya Konseya Ewrûpayê dewam bike. Çalakgeran doh bi zincîra jiyanê bêdengiya saziyên Ewrûpî protesto kir.
Berxwedana greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ev 104 roj in dewam dike. Yek ji berxwedêran, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç e. Kurê Yuksel Koç, Mazlûm Koç bi navê çalakgerên greva birçîbûnê name ji Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier re şand. Di nameyê de hate bibîrxistin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û hate gotin, delweta Tirk bi tecrîda li Îmraliyê re hem qanûnên navneteweyî hem jî qanûnên xwe binpê dike.
Daxwaz insanî ye û maf e
Di nameyê de li ser berxwedana grevên birçîbûnê agahî hate dayin ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir û li çar aliyên dinyayê belav bû. Koç got, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê giran dibe û wiha dewam kir: “Bi navê malbat û xizmên bi hezaran mirovên di greva birçîbûnê de, em di nava tirs û fikareke mezin de ne. Halbûkî, daxwaza wan mafekî bingehîn û insanî ye.”
Em li pişt daxwazên xizmên xwe ne
Malbatan bi bîr xist ku Wezîrê Dewletê yê Elmanyayê, Michael Roth Çileyê bihurî bi navê hikûmeta federal bang li Tirkiyeyê kiribû ku destûrê bide parêzer û malbata Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin û wiha bang li Serokkomar Steinmeier kir:
“Di nava Konseya Ewrûpayê de ji aliyê siyasî, aborî û dîplomatîk ve herî zêde têkiliya Elmanyayê bi Tirkiyeyê re heye. Em ji we rica dikin ku ji bo mirov nemirin vê têkiliyê bi kar bînin. Ji bo banga 12’ê Çileyê ya hikûmeta Elman û biryara 22’ê Çileyê ya Konseya Ewrûpayê bi cih were anîn, em ji we, Serokkomar rica dikin ku yekser bikevin dewrê û ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin, bikevin nava hewldanan ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn.
Bi rola xwe rabin
Em dixwazin hûn zanibin; em malbatên çalakgeran li pişt daxwazên çalakgeran in ku dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Heger tiştek bi çalakgeran bê, em ê zanibin ku Konseya Ewropayê, CPT û welatên endamê Konseyê bi rola xwe ranebûne. Em; welatiyên Elman ji we rica dikin, di vê qonaxê de ku ne roj, lê kêlî jî êdî girîng in, ji bo pêkhatina daxwazên çalakgeran bi rola xwe rabin.”
Çalakî wê li ber KE´yê dewam bike
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a 5 rojan carekê dorveger, doh di roja 5´an a koma yekem de bû. Çalakgeran pêr êvarê li bajarê Freibûrgê man û wê êvarê bi rasthatina Hefteya Qehremaniyê, çalakiyeke bibîranînê li dar xist. Piştre, Hozan Seyîdxan derkete ser dikê. Doh sibehê çalakger çûn Strasbourgê, û çalakiya xwe li ber avahiya konseya Ewrûpayê (KE) dewam kir. Li vir komîteya amadekar da zanîn ku duşemê wê çalakî ji bo 5 rojan ji nû ve dest pê bike. Ji ber ku dawiya hefteyê parlamen girtiye, dawiya hefteyê wê çalakî li vî cihî nebe, lê duşemê çalakî wê dewam bikin.
Bi zincîrê PE protesto kirin
Doh saet 11´an jin û ciwanan bi çalakiyeke rûniştinê nehestiyarbûn û bêdengiya PE´yê rûreş kir. Piştre jî jinan zincîreke jiyanê çêkir, berê xwe da PE´yê û sloganên “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Dengê xwe li yê grevên birçîbûnê zêde ke û mirinan rawestîne” hatin gotin.
Piştî nîvrojê jî bi beşdariya xelkê din û çalakgerên greva birçîbûnê ya dorveger meşek hat lidarxistin. Çalakger çûn Place Klaber a Strasbourgê. Çalakî wê duşema bê li pêşiya KE´yê dewam bike.
BERLÎN / STRASBOURG