
Tirkiyeyê demeke dirêj ji bo ku dewra Kurdan li Rojhilata Navîn kêm bike, şoreşa azadiya gelan asteng bike, xwe tev da; heta gelek tawîz dan hêzên herêmî û navneteweyî da ku Kurd li Sûriyê nebin xwedî statu. Herî dawî jî piştî ku bi Rûsan re li hev kir eskerên xwe tevî çeteyên xwe xistin Cerablûs, Ezaz û Babê. Bi her halî doh dema rejîmê karî li başûrê Babê ji gelek gundan DAIŞ´ê bike der û bigihîje sînorên deverên QSD kontrol dike, ev maceraya wê jî bi serketina rejîmê û Rûsan bi dawî bû. Li Tirkiyeyê van demên dawî li ser cihgirtina di plana DYE´yê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de gelekî dihat minaqeşekirin; lê diyar e, ev jî wê nebe, lewma di plana Pentagonê de xurtkirina hêzên Kurd û QSD´ê heye.
Malpera nûçe û şêwra siyasî ya Emerîkî Washington Exeminer ku nûçeyên û analîzên li ser siyaseta navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkay radigihîne gotara rojnamevan Jamie McIntyre a li ser îhtîmalên li pêşiya Washingtonê ji bo operasyona Reqayê rêz dike.
McIntyre bi bîr dixe ku Wezareta Bergiriyê ya DYE´yê ango Pentagonê plana bi fermana serokê DYE´yê ya ji bo bilezkirina têkbirina DAIŞ´ê şandiye Qesra Spî û ew li gorî saeta Ewrûpa Navendî îro danê sibê divê li Komîetaya Prensipên Konseya Ewlekariya Neteweyî bê minaqeşekirin.
Di vê komîteyê de serokê DYE´yê ne tê de tevahiya endamên Konseya Ewlekariya Neteweyî cihê xwe digirin. Ji wezareta bergiriyê Jim Mattis, General Joseph Dunford hin ji van kesan in ku wê mijarê minaqeşe bikin.
Xurtkirina QSD´ê opsiyonek e
Pentagonê bi isehî nekarî bibêje, ka ew ê kengî plana bijartî wê bibin ber destê serokê DYE´Yê Trump. Lê belê ew dide zanîn ku di nava planê de ew rêbazên dîplomatîk û malî jî hene ji bo zexta li ser DAIŞ´ê zêdetir bikin. Di navê de wekî din wê biryar hebin ku hejmara eskerên Emerîkî yên li meydana şer li Bakurê Sûriyê zêdetir bike.
Lêbelê sûbayê behriyê Jeff Davis dibêje, plan para bêhtir wê li ser wê mijarê be ku ka çi lazim e ji bo xurtkirina hêzên li cihê cih ango li meydana şer in. Ev yek îşaret bi xurtiya şer a QSD´ê dike ku diyar e di planê de wê were pêşniyazkirin.
Jamie McIntyre bi vê yekê re jî dibêje, DYE xurtkirina hêza şer û alîkariya lojîstîk a zêdetir ji bo "Kurdên Sûriyê" dinirxîne.
Nivîskar bi bîr dixe ku rêveberiya Obama jî plan dikir ku sîlehên giran bide QSD´ê da ku karibe dorgirtina li Reqayê bibe serî; lê belê biryara dawiyê ji rêveberiya Trump re hişt.
Li ser îtîrazên Tirkiyeyê subayê behriyeyî Davis ji rojnamevan re dibêje, „Me bi tecrûbeyê bihurê dît ku yekane hêza ku xwedî wê qudretê ye Reqayê bi lez bistîne, QSD ye. Her bersiveke li derveyî vê wê bibe xeteke dirêjtir."
WASHINGTON