Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û faşîzma AKP’ê bi meş û mîtîngên girseyî hat şermezarkirin.


Frankfurt: Li ber Gara navendî, bi şiyara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’, 500 Kurdistaniyên ji bajarên Frankfûrt, Hanaû, Offenbahc, Gîessen, Darmstadt û derdora wê heta bi Meydana Romerê meşiyan. Li ser navê rêxistina NAV-DEM’ê ya Hessenê Vîldan Dîrîk daxuyaniyek da û got, “Weke Kurdistaniyên li Ewrûpayê, heta azadiya Serok Apo, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Essen: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şengalê ya Bêrîvan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi heman armancê meşek hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Essen û Duisburgê li kolanên herî qelebalix meşiyan. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û got, “Tirkiye gav bi gav dide nava çiravê. Yê ku dikare pêşî li vê bigire Birêz Ocalan e. Yekane kesê ku dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn Birêz Ocalan e.”

Hamburg: Welatparêzên Kurd û dostên wan ên ji bajarên Bremen û Kîelê li ber Gara Trenê ya Navendî dest bi meşê kirin. Meleyê Mizgefta Şêx Seîd a Bremenê Mele Eşref li vir ji gel re axivî û got, Ocalan dengê gelê mezlûm û mexdûr e. Mele Eşref destnîşan kir, esareta Ocalan zilma li gelê Kurd e û berxwedana li dijî zilmê jî rewa ye.

Bonn: Girseya gel a li Meydana Frankenbadê civiya û heta Munsterplatz a li navenda bajêr meşiya. Li ser navê Rote Hîlfe Bonn, Esther Wînkelman axivî û xwest, Ocalan derhal serbest bê berdan. Nûnerê Rote Hîlfe destnîşan kir, ku azadiya Ocalan tê wateya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û ji hikûmeta Elman jî xwest êdî destekê nede Tirkiyeyê û qedexeya PKK’ê rake.

Berlîn: Meşa ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ve hat organîzekirin li Parka U-Bahn Kreisê dest pê kir. Di meşê de li ser rewşa tenduristiyê û jiyana Ocalan gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Nûnera Meclîsa Jinê ya DEST-DAN Susanna Rossling destnîşan kir, ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 

Wuppertal: Platforma Çalakiyê ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li dijî terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi şiyara ‘Li dijî faşîzmê, em têkoşîna rêxistinbûyî û hevgirtî xurtir bikin’ meşek lidar xist. Di mîtînga piştî meşê de qisekeran komkujiyên AKP û dewleta Tirk teşhîr kirin. Di axaftinan de banga xurtkirina têkoşîna hevpar hat kirin.

Dresden: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya ÛTA, bi şiyara ‘Azadiya Rêberê me azadiya me jinên Kurd e’ çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ji Pragerstrasse heta Haûptstrasseyê meşiyan û tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin.

Marsîlya: Li bajarê Franseyê Marsîlyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Zêdeyî hezar Kurdistanî û dostên Fransayî beşdarî çalakiyê bûn. Piştî meşê li meydana Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin û hat gotin, “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Kurdistanê ye. Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê her roj li qad û kolanan bin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN