
Mîthat Guzel ev nêzî 30 salan e ku tevnkeriyê dike û tevî ku li dijî serdema endûstiriyê li ber xwe dide jî, êdî nikare xalîçeyên xwe yên tevnê, bifiroşe. Mîthat Guzel tevnker e û ji bavê xwe fêrî tevnkeriyê bûye. Dema ji Sêrtê koçî Midyadê dike jî heman karê xwe didomîne. Mîthat hoste xalîçe û betaniyan çêdike, û berê 3 xebatkarên wî hebûn. Ji ber zêdebûna kar, wan nikaribû xwe pê re bigihînin. Lê niha atolyeya xwe yî hilberînê û cihê firotinê çawa vedike, wisa jî digire.
‘Raçandina bi destan bi qalîtetir e’
Guzel ev nêzî 10 salan e li Midyadê bi cih bûye, û hingê li gel xwe dezgeha ji bavê wî jê re mayî jî tîne. Guzel diyar dike ku raçandina makîneyan ziravik e û dibêje, raçandina bi keda destan saxlemtir e û bi qalîtetir e.
‘Ev huner hînî 3 zarokên xwe kiriye
Guzel bi salan e li ser heman dezgehê rûdinê û bi keda destan xalîçeyan dineqişîne. Ji bo ev pîşeya ku bavê wî ew fêr kiriye, winda nebe, wî ev huner hînî 3 zarokên xwe jî kiriye. Her çiqasî zarokên wî fikirîbin ev pîşe her diçe winda dibe û biryara xwendinê dabin jî, lê ew dîsa dixwaze piştî wî zarokên wî jî heman pîşeyî bidomînin. Lê belê, ji ber pêvajoya heyî karê Mîthat hoste ne wek berê baş e.
‘Bi karê xwe bextewar im’
Lê belê ew naxwaze ev pîşe winda bibe û bi endîşeya windabûnê wiha diaxive: “Em vî pîşeyî ji bavê xwe hîn bûn. Li Midyadê tenê ez vî karî dikim. Lê belê, xebatên me ne wek berê ne. Dema ez vî pîşeyî dikim bextewar dibim, lê di heman demê de ji bo pere qezenckirinê jî dikim. Lê êdî ez nikarim debara malbata xwe pê bikim. Ji ber pêkanînên heyî, kes nayê. Ez siftehê jî nakim. Di dayîna kirêya dikanê de ditengijim. Bi fabrîkayan re raçandina bi destan, hema bibêje qediya. Berê bi sedan dezgeh hebûn, lê niha em bidin ser hev li Tirkiyeyê belkî 100 dezgeh jî nemane. Êdî li fabrîkayan tên çêkirin.”
Kevneşopiya 80 salan
Guzel çû ser dezgeha xwe ya kevnar û dest bi raçandinê kir; bi her awayî bi keda destan betanî û xalîçeyan radiçîne. Pîşeya ku bavê wî nêzî 50 salî domand, niha ev nêzî 30 salan e ku ew bi xwe didomîne. Pîşeya ku di temenekî biçûk de dest pê kir; betanî, sicade, êleg, tejik û hwd. çêdike. Guzel diyar dike ku ew hiriyê ji gundan berhev dike, dişîne Ûşakê û li wir piştî di fabrîkayan re derbas dibe, raçandina xwe dike û dibêje, bi taybetî betaniyên ku ew çêdikin, zivistanê zaf germ dikin û ji bo bawiyan jî baş in.
MÊRDÎN