Herêma Dersimê bi dîrok û bedewiya xwezaya xwe balê dikişîne.
Dersim û navçeyên wê bi çandiniya xwe ya organîk û hilberîna xwe ya xwezayî tê nasîn. Li navçeya Pertega Dersimê welatî hem ji baxçeyên xwe hilberîna çandinî ya organîk dikin û hem jî sewalkariyê dikin. Di van mehan de li navçeya Pertegê welatî li hewşên malên xwe amadekariyên zivistanê dikin. Welatî her cûre fêkî û zebzeyan ji baxçeyên xwe berhev dikin û ji bo zivistanê amade dikin. Yek ji wan jî jina bi navê Sultan Zamur (65) a ji Pertegê ye. Dayika Sultan dibêje: Ez ji zarokatiya xwe ve ji çandina fêkî û zebzeyan hez dikim û ji ber hilberîna cûreyên çandiniyê ez gelek bextewar im. Tiştên li baxçeyê hemû bi awayekî xwezayî şîn dibin. Tu demê min gubre bi kar neanî. Em genim, ceh, fasûlye û nokan jî tov dikin. Em hem difiroşin û hem jî ji bo zivistanê amade dikin. Min rîçala fişne, hejîr, tûyên sor û dirîreşkan çêkiriye. Ez tiştekî nakirim. Tenê ez şekir û çayê dikirim. Arvan û rûnê min jî yê malê ye.”
DÊRSIM