Li herêmê berê herî zêde tûtin dihat çandin. Di nava civaka Kurd de herî zêde tûtina qaçax dihat çandin û dihat kişandin. Lê piştî ku kota danîn ser tûtinê û bêtir çigara pakêtan a ji Ewropa û Emerîka îthal dibe di nava esnafan de belav kirin, vê carê welatiyên çotkar û rençber êdî nikarin debara xwe bikin. Li aliyekî dewletê kota danî ser çandinî û firotina tûtinê bi sînor kir. Li aliyê din jî hemû gundên herêmê vala kirin û şewitandin. Ji ber vê yekê êdî wekî berî çandinî û firotina tûtinê nayê kirin. Li Tirkiyeyê piştî saziyên TEKEL'ê hatin girtin çandinî û firotina tûtinê jî xelas bû. Tûtina ku berê pir bi qerd û qîmet bû niha li piyasê di navbera 50-150 TL de tê firotin. "

 HAYRİ DEMİR/DÎHA-AMED