Mem Bawer: Helbet hatiye fêmkirin ku bi wergerê û bi tomarkirina wêjeya devkî wêjeya zarokan wê bi pêş nekeve. Ji bo bipêşketina wêjeya zarokan a Kurdî em jî pê dizanin ku divê bêhtir afirînerî derkeve holê.

Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku Navenda Huner a Amedê û Weşanên Lîsê bi hev re organîze dikin, pêr êvarê di roja pêncan de bi paneleke li ser wejeya zarokan dewam kir. Di panela li Şaxê Yekem ê Egitim-Sen a Amedê bi navê “Wêjeya Zarokan a Kurdî: Tecrûbe û Derfet” de nivîskar û weşanger Ferîdun Birgul, Ulku Bingol û Mem Bawer peyivîn.

Nivîskar Ferîdun Birgul ê ku li ser wêjeya devkî ya ji bo zarokan jî xebat meşandine û encamên lêkolîna meydanî ya li 14 bajar, 32 navçe û 74 gundan weke pirtûkên zarokan jî weşandin, got, “Armanca me ew e ku em çîrokên fabl berhev bikin û bi awayê ku bi kêra perwerdeyê bên, wan çap bikin. Me qederê 200 çrokan berhev kirin. Ji bo ku li dibistan û li navmalan bi kêr bên jî me 24 pirtûk çap kirin. Wekî din me gelek stranîn ku ji me hatine dizîn û bi zimanên din hatine gotin jî berhev kirin.”

Xanî pêşî ji zarokan re nivîsî

Xwediyê weşanên Hîva û edîtorê wê Ulku Bingol jî îşaret bi zextên li dijî dergûşxane û baxçeyên zarokan kir û got, ji ber vê pirtûkên zarokan êdî kêmtir tên kirrîn. Bingol girîngiya wêjeya zarokan jî bi mînaka Xanî da: “Ehmedê Xanî, 11´ê Adara 1683’an, ango beriya bi 385 salan, ji bo zarokan hevoka yekem nivîsî. Weke Hîva armanca me ew e ku em wêjeya zarokan bikin perwerde. Helbet her pirtûka di vê çarçoveyê de çap kirî nabe beşek ji wêjeya zarokan. Ev kategorî bi serê xwe bi pirsgirêk e, ji ber ku sînorên wêjeyê tinin.

Armanca me ew e ku em Kurdî fêrî zarokên xwe bikin û pê re wêjeya zarokan bi pêş bixin. Ji ber ku mirov zarokekê bi zimanê wê yê dayikê, çand û dîroka wê mezin bike, ev bi qasî damezrandina dewleteke netewe girîng e.”

Bi stranan dest pê kir 

Nivîskar Mem Bawer jî, behsa xebatan kir û got, “Em ji sê aliyan xebatên xwe dimeşînin. Ji bo zarokên pişûk, ji bo zarokên 5-6 salî xebatên me hene û xebatên me yên bi terzê fantastîk hene. Bi ya min wêjeya zarokan li dinyayê bi stranê dest pê kir. Mamik gelekî girîng in, ev zarokê ber bi lêpirsînê ve dibe. Heta sedsala 15´an li dinyayê wêjeya zarokan xuya nake. Di sedsala 19´an dde li Ewrûpayê çapa wêjeya zarokan dest pê dike. Helbet hatiye fêmkirin ku bi wergerê û bi tomarkirina wêjeya devkî wêjeya zarokan wê bi pêş nekeve. Ji bo bipêşketina wêjeya zarokan a Kurdî em jî pê dizanin ku divê bêhtir afirînerî derkeve holê.”

Rojên Wêjeya Berawirdî wê bi çalakiyan heta 21´ê Cotmehê dewam bike. 

 

 MA/AMED

 
 

Her kes bi zimanê xwe

 

Rêveberê dibistana Selam El-Feyad a li bajarokê Tiwêna yê kantona Hesekê, Beşar Şilêş teqez kir ku pêkhateya Ereb li bajarokê Tiwêna bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne.

Mamosteyên Herêma Cizîrê erka jinûve vegerandina xwendekaran li dibistanan û bicihanîna mafên wan di fêrbûna bi zimanê dayikê de, girtin ser xwe.

Rêveberê Dibistana Selam El-Feyad, Beşar Şilêş diyar kir ku li dibistanê 13 fêrgehên pêkhateya Ereb û 3 jî yên pêkhateya Kurd hene, di her fêrgehekê de qederê 20 heta 30 xwendekarî hene.

Şilêş teqez kir ku hemû gotegotên aliyên dijberî destketiyên gelê Bakurê Sûriyê ku dibêjin, “zimanê Kurdî li ser hemû pêkhateyên herêmê ferz bikin” derewandin û wiha dewam kir: “Her xwendekarek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya dibe. Tu pêkhate zimanê xwe li ser pêkhateyeke din ferz nake.”

Di berdewama gotinên xwe de Şilêş destnîşan kir ku ji ber hejmara mezin a xwendekaran, şagirtên refên 4, 5, 6 li dibistanên navîn belav kirine û hejmara wan qederê 300 xwendekarî ye.

Xwendekarên Ereb ên dibitsanê jî teqez kir ku ew bi meteryalên bi zimanê erebî dixwînin û materyalên bi zimanê Kurdî li ser wan nehatine ferzkirin. n ANHA/HESEKÊ