Li Başûrê Kurdistaê li bajarê Hewlêrê li Parka Şaneder pêşangeha wêneyan ji aliyê endamên Kampanya ya "Ji bo Piştgiriya li Mafê Zarokên Şînawî" hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyê zarokên ku di dibistanê de birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane, hatin pêşandan. Kampanya ya "Ji bo Piştgiriya Li Mafê Zarokên Şînawî" ya ku ji aliyê Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd (YNXK) ve hatî dest pê kirin, bi çalakiyên cûr be cûr didome. Li Parka Şaneder pêşangeheke wêneyan a ku wê 3’ê rojan bidome, hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, hatin pêşandan. Bûyera dibistana Şînawî ji aliyê keçeke Rojhilatî ve hat zindîkirin.


Kampanya bi zarokan re

Endamê Kampanyaya Ji Bo Piştgiriya Li Mafê Zarokên Şînawî Aso Mamzade derbarê armanca vekirina pêşangehê de ji DÎHA’yê re wiha got: “Em dixwazin bi vê çalakiya xwe bidin diyar kirin ku em wan zarokan ji bîr nakin. Her wiha ji bo komara Îranê di warê maddî û manewî de alîkariya wan zarokan bikin.” Aso Mamzade da zanîn ku heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî ti alîkariyek nedane wan zarokan û wiha got: “Daxwaza me ji wan ew e ku li gel wan zarokan bibin alîkar.”

Divê neyên jibîrkirin

Çalakvan û rojnamevana ji Rojhilat, Xedîce Mazûr jî ragihand ku ew bi vekirina pêşangehên bi vî awayî keyfxweş e û wiha got: “Bûyera Şînawî karesatekî mezin bû. Divê her sal ciwan û zarok pêşangehên bi vî awayî vekin. Ji bo ew zarok werin bîranîn û neyên ji bîrkirin. Ji ber ciwan pêşeroja civakê ne.” Xedîce Mazûr da zanîn ku divê em nehêlin êdî bûyerên wiha dûbare bibin û wiha got: “Daxwaza min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewe ku di warê maddî û manewî de piştgiriya wan zarokan bikin, ji ber ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Şewat çawa çêbû?
5’ê Kanûna 2012’an li gundê Şînawê yê Rojhilatê Kurdistanê li dibistaneke xwendekarên keç ên Kurd, ji ber sedema bê derfetiyê sîstema germkirinê bi sobe dihat pêkanîn. Ji ber sobeyê şewat derket, di encama derketina şewatê de 2 xwendekarên keç ên binavê Seyran Yekane û Sarya Resûlzade jiyana xwe ji dest dan û 12 jê giran, 37 xwendekar jî birîndar bûn. Ji 12 xwendekarên rewşa wan giran destê sê xwendekaran hat jêkirin. Xwendekarên bi giranî birîndarbûyî sedî 45’ê laşê wan şewitiye û xwendekarên din ên laşê wan sedî 15 şewitiye di mudaxeleyên destpêkê de hatin dermankirin.

DÎHA/HEWLÊR