Lê navçeya Gimgimê ya Mûşê ev rewş tê guhertin. Li Gimgimê jin, karên ku dibêjin yên zilaman in jî dikin û bi her awayî tevli jiyanê dibin
Piştî vê gava erênî, Şaredariya Gimgimê gaveke girîng a din jî avêt. Baxçeya Çay a Faraşînê ku ji aliyê şaredariyê ve hate vekirin, teslîmî jinan hate kirin. Jinên ku li baxçe dixebitin, li aliyeke pêşdaraziyên heyî xira dikin, li aliyê din jî bi karên xwe ji bo jinên din jî dibin mînak.
Şaredara Gimgimê Gulşen Deger diyar kir ku ji bo ku jin di nava civakê de bigîhîjin cihê ku heq dikin, xebatên xwe didomînin.

Feraseta feodal têk dibin


Deger wiha got: "Jin bi salan xistin malan û karên malê kirin, keda wan nehat dîtin. Lê dema ku ji bo jinan qadên îstîhdamê bê vekirin, karên ku tê gotin yên zilaman in jî, pir baş dikin. Ji ber fareseta feodalî, li navçeya me bi salan jinan tenê karê malê dikirin. Lê me Baxçeyê Çay a Faraşînê vekir û got ku jin dikarin li vir bixebitin. Ji ber vê yekê jî me derfet amade kir. Li baxçeyê me yê ku 4 hevalên me yên jin dixebitin, tê dîtin ku jin çawa bi dil û can û paqij dixebitin. Êdî jin tenê karê malê nake nîşan dide ku li derve jî dikare hemû karan bike."

Nêzîkatiya gel baş e


Jina bi navê Yaprak Akbal a ku li baxçeyê çayê dixebite, diyar kir ku wan nîşan daye ku karên bi salan in tê gotin karê zilaman e, dikarin bi rehetî bikin û wiha berdewam kir: "Ji Şaredariya Gimgimê ya ku ev derfet daye me, spas dikim. Li ciheke weke Gimgimê ev kar bi salan weke karê zilaman hate dîtin. Lê me nîşan da ku em dikarin vî karî bi rehetî bikin. Heta niha em rastî nêzikatiyên cuda nehatin, heta niha gelê me pir baş nêzîkî me dibe û ji em kêfxweş in. Destpêkê, hin kes matmayî dibûn, lê niha herkes normal dibîne."

MURAT AYDIN - DÎHA- MÛŞ