- Fehmî Hezexî: Mirad rê vekir, me jî li Ewrûpa rê vekir, bi rastî. Naxwe, kemaçe tam miribû. Me jî navê Mirad gelekî bilind kir, me gelek da naskirin. Mesele me li televizyonan got, me li ser wî stran çêkir.
LUQMAN GULDIVÊ
Hunerê kemaçê nexasim jî li devera Torê bi çend malbatan karî xwe bigihîne îro. Yek ji wan malbatan jî îro bi gelek nefs û ferdên xwe li Elmanyayê bi cih bûye û îcrakirina vî hunerî nexasim jî li şahî û dawetên Kurdan ji xwe re kiriye kar û emel. Bi komîn weke Koma Torê û Koma Hezex ji Torê û wê de jî êdî tê nasîn û nexasim bi performansên li festîvalên neteweyî û di televizyonên neteweyî de ji dema Med TV û vir ve êdî li seranserê Kurdistanê jî tên nasîn. Yek ji endamên nifşa navîn a vê malbatê Fehmî Hezexî ye. Ew dibêje, li Torê û paşê jî li Ewrûpayê malbata wan û ya mala Kinê, tevî Miradê Kinê, gelekî xwe di ber wê yekê de êşandiye da ku bi qedrê hunerê kemaçê, meqamên wê û şeran bê zanîn. Ew dibêje, di vê yekê de ew bi ser ketine û zor û zehmetiyên berê yên piçûkdîtinê, êdî bi pirranî ji holê rabûne.
Fehmî Hezexî ku di nava komên Tor û Hezexê de cihê xwe digire, tevî malbata xwe bi ciwanî destpêka salên 1990´î pena xwe biriye Elmanyayê. Ew di nava komê de îro hem stranbêj e, hem kemaçevan e, hem jî tembûrvan, cumbuşjen û zirnevan e. Li ser pirsa ka te çawa xwe fêrî van huneran kir, ew pêşî navê birayê xwe Şerîf hildide. “Ez herî zêde ji birayê Şerîf hîn bûm. Herçî gotina stranan, lêxistina kemaçê û cumbuşê ye, birayê min Şerîf gelekî di ber min de xwe êşand. Ez jê hîn bûm. Lê piştre min jî xwe bi pêş ve bir, mesela min xwe elimand lêxistina zirnê ya tembûrê.”
Di vî karî de ew li gorî usûlê berê xwe hîn dike, yanî li cihên îcrakirina muzîkê berê awirên xwe û guhên xwe dide îcrakerên baş. Piştre jî di ser vîdeoyan û kasetan re hunerê xwe kamiltir dike. Wî li tembûrvanên Mala Pîran jî nihêriye li dawetan û li şahiyan, li kasetên Saîd Gabarî hisandiye; jixwe li gorî Fehmî Hezexî ev terzê Saîd Gabarî ye.
Belkî Mirad îro hatibû jibîrkirin jî
Lê Fehmî Hezexî ji mala bav û bapîran ve ne dûrî performansên kemaçê bûye. Ew neviyê Hecî Şêxmûsê Evdê ye, kurê Letîf e, yanî biraziyê Mihemed û Evdilkerîmê Hezexî ye. Hecî Şêxmûsê Evdê û Evdile jî birayên hev in. Ew dibêje, malbata wan di ber qedirzanîna kemaçê de gelekî xwe êşandiye, rojên zehmet û teng di ser re bihurîne, lê êdî ew helwêsta piçûkdîtina huner bi pirranî ji holê rabûye, nexasim bi keda bapîrê wî Şêxmûs û apê bavê wî Evdile û helbet ew xwe ji xwedê nake û navê Miradê Kinê jî bi îhtîram hildide ku ji bo li paşhiştina wan rojên teng û zehmet xwedî ked e. Ew ji bo bi qedrê hunerê wan bê zanîn ked û karê Mirad û malbata wî kirî wiha terîf dike: “Ez ji birayê xwe re bibêjim, Mirad rê vekir, me jî li Ewrûpa rê vekir, bi rastî. Naxwe, kemaçe tam miribû. Me jî navê Mirad gelekî bilind kir, me gelek da naskirin. Mesele me li televizyonan got, me li ser wî stran çêkir. Malbata Mirad bi xwe behsa wî nedikir, me behsa wî kir. Me derxist dîsa, belkî Mirad îro hatibû jibîrkirin jî. Ji ber ku bêxwedî bû. Gelekî xweş dikir, gelekî mezin bû, lê mixabin bêxwedî bû. Bi xêra Mirad û bi xêra me ev kemaçe li ser piyan maye.”
Mirad şîrîn û xweş e
Ew hin agahiyan jî dide li ser wê yekê ka çawa Miradê Kinê hin stranên bapîr û apên wî gotine û bapîr û apên wî jî yên Mirad gotine. Strana Kirîma, Siltanê, Nûrê, Helîma, Nûrika Hemo, Lêlê lê canê ji wan stranan in ku Miradê Kinê ji ber bapîr û apê Fehmî girtine: “Wan stranên din jî ji hev girtine. Mesela em ê bibêjin, Kubarê, ew ji amê min girtiye. Lê lê lê Kubarê, min çavên te xwarê… Yanî Bapîrê min û amê min jî ji kahniya Mirad vexwariye û wî jî ji kahniya wan vexwariye. Mirad, çi muzîka Kurdî hebû ji wan digot. Camêr bi xwe jî dikir, texsîr nedikir.”
Fehmî ji bo Miradê Kinê dibêje, ji bo min efsane ye. Li ser pirsa ka ew behsa kemaça wî dike yan meqam, şer û lawikên wî, ew dibêje, “Mirad hem bi kemaça xwe, hem bi gotina xwe, û hem bi stîla xwe jî, bi hemû tiştên xwe şîrîn û xweş bû. Min ti kêmasî, noqsanî di muzîka wê, deng û kemaça wî de nedîtiye; ez nabînim. Ew tiştekî wilo ye, ez yeqîn nakim ku tiştekî weke wî bê dinyayê. Hin hene dengê wan xweş e, kemaça wan yan tenbûra wan ne baş e, hin hene instrûma wan baş e, dengê wan ne xweş e. Lê rehmetiyê Mirad, yeqîn nakim ku ti hozan û stranbêj cihê wî bigire.”
Heta niha 5 kaset
Fehmî dibêje, ew qederê 20 şeran dikare bibêje hene, di nava wan de Sêva Hacîk jî heye. Min jê pirsî ka ew ji Mirad jî hînî şeran bûye yan na: “Yên min ji ber Mirad girtî, Îbo Begê heye, Fatima Salih Axa heye. Lê ne tenê şer, min ji ber lawik girtine, û hema bêje stranên Mirad hemû, em jê elimîne. Qederê 40 kasetên wî hene li cem min. Min sedî heştêyê stranên wî girtine. Yên govendê jî û yên lêhisandinê jî.”
Fehmî hîna zarok civat û şevbiwêrk li Kurdistanê dîtine û li cihê lê ku nêzî bajarê Kolnê yê Elmanyayê, niha dixwaze vê adetê zindî bike: “Li me cihekî muzîkê yê weke salonekeke piçûk çêkiriye. Heyvê du caran em civata xwe datînin, şevbiwêrka xwe çêdikin. Carinan jî sê caran. Ciwan tên, mezin tên. Wekî din festîval û şahiyên cihî yên li Elmanyayê ji bo muzîka Kurdî carinan wî û koma wî jî vedixwînin. Newroza pêrar, ew û Mîkaîl Aslan li ser navê civaka Kurd û muzîkjenên wan beşdarî şahiya şaredariyê bûne.
Fehmî Hezexî li ser navê xwe heta îro 5 albûm derxistine. Ya pêşî sala 1997´an bi navê “Yara min xeyidî” derxist. Piştre 2003´yan “Ax halê min”, 2007´an “Gula min”, 2009´an “Yabo” û 2012´an jî “Xayînê” derxistin.
Bi kemaçê serbilind e ji ticarîkirina wê aciz e
Îro ro, ji bilî wan, gelek kom û kesên din jî hene ku li kemaçê dixin li Ewrûpayê. Vê meseleyê bi Xelefê Mala Pîran, biraziyê Hozan Dilgeş dest pê kir. Piştî wî nexasim jî li nav Êzîdiyan lêxistina kemaçe belavtir bû. Gava min ji Fehmî pirsa vê kir wî got, “Birra dibêjim, li ber me elimîn. Li dawetan mesela em rasta hev dihatin, radihiştin kemaça me û digotin. Piştre kemaçeyeke xwe kirîn. Kurê xalê min, Yûnis kemaçeyek dayê. Xelef xwe bi wê elimand û piştre di nav Êzîdiyan hemûyan de belav kir. Niha di nava xortên Êzîdî de kemaçe belav e.”
Ez xwe nagirim û dipirsim, ka gelo ew ji vê razî ye yan na ku gelek ciwanên Êzîdî niha li kemaçê dixin ew wiha li min vedigerîne: “Kemaçe wextî gelekî bêqîmet bû, bi çavekî şerm be, lê dimeyzandin. Wê wextê teng, me, gelek malbatên weke me gelek zorî û zehmetî kişandin. Îro kirine karê ticariyê. Ev li zora min diçe. Wekî din Kurdiya gelekên wan jî ne sedî sed e. Bi xwe, ji tişta dinivîsin fêm nakin. Yanî gotinên nû li miqamên me dikin. Ew bi xwe, ti meqamên nû çênakin.”