Hunera xetê ku xwedî dîrokeke dirêj e û bi nivîsa Erebî tê nivîsîn li Wanê ji aliyê Merve Turangolu ve ji tê xêzkirin. Merve da zanîn ku jin ne tenê bi vê hunerê dikarin gelek karên din bikin û azadiya aboriya xwe ava bikin.
Hunera xetê hunereke nivîsa xweşik a bi tîpên Erebî tê nivîsîn e. Ev huner bi tîpên Erebî di navbera sedsalên 6-10’an de derketiye holê. Hunera ku êdî kêm kes pê re mijûl dibin, niha bêhtir bi destê jinan tê xêzkirin . Hunera xetê ku di civaka Ereban de hunereke estetîkê ye, niha li Wanê li bazara Rûs bi nivîsên li ser tebaxê bi destê Merve Turanoglu ku ev 9 sal in bi vê hunerê re eleqeder dibe, dihilbere. Turanoglu dest nîşan kir ku wê li Stenbolê ev huner nas kiriye.
Xet ji jineke Kibrisê hîn dibe
Merve diyar kir ku li Stenbolê li Sûka Girtî dema li kar digeriya jineke Kibrîsê ya bi hunera xet re eleqeder dibe bala wê kişandiye û ji wê jinê huner fêr bûye û got: “Bi saya hunera xet ez bi mirovan re ketim nav parvekirina hestî. Nivîsandina hestê mirovan ez zêdetir ber bi kar ve birim. Dema mirov hestên xwe nekarin bînin ziman tên cem me. Tên cem me û hestên xwe radigihînin. Em hestên wan li ser tebakan dinivîsin.”
Merve di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku piştî hînî hunerê bûye hatiye Wanê û hunera xwe bi pêş xistiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li şûna li malê rûnim min tercih kir ku ez vê hunerê bikim. Jin aboriya xwe ava bikin gelek baş e. Divê li destê mêran mêze nekin. Di heman demê de ev huner ji destê jina estetîktir der tê.”
DÎLAN BABAT/ŞÛJIN/WAN