Xêzkar û aktîvîstê Îtalî Gianluca Costantini dosyayeke xwe ji berxwedan û têkoşîna Kurdan re veqetandiye. Wî nexasim jî gunehê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê yên 2015 û 2016´an di vê dosyayê de bi cih kirine.

Xêzkerê Îtalî Gianluca Costantini berxwedaneke epîk a miletê Kurd û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk bi xêzên xwe belge kirin.Xêzkerê ku xwe weke aktîvîst terîf dike, dosyayeke xwe ya xêzan ji Kurdan re veqetandiye. Wî dîrokçeyeke wê berxwedanê û hovîtiya Tirk roj bi roj bûyer bi bûyer xêz kir. Wî êrişên li dijî xwerêveberiyê yên dawiya payîza sala 2015´an destpêkirî û heta dawiya bihara 2016´an dewam kirî xêz kirine- Nexasim jî Cizîr di xêzên wî de cihekî fireh digire. Lê ne tenê ew, ji Sûrê heta bi Nisêbînê berxwedan, êrişên DAIŞ´ê, Şengal, Berxwedana Kobanê û heta bi şehîdkirina Kemal Korkutî jî bi xêzên wî hatine belgekirin. Em van xêzên wî li jêr bi we re par ve dikin.

Gianluca Costantini di binê wêneyan de jî hin aghiyên sereke yên li ser wehşeta dewleta Tirk û qehremaniya berxwedêrên Kurd bi cih kirine.

Jixwe, ew êrişa li dijî sivîlên ku xwestin cenaze û birîndaran 20´ê Çileyê rakin her tiştî terîf dike: Artêşa Tirk gule li sivîlên destevala û ala spî hilgirtî, bêyî ku wan hişyar bike, reşandin; didu ji wan qetil kirin û 9 jî birîndar kirin. Rojnamevan Refîk Tekîn dîmenên bûyerê girtin, ew jî ji paqa xwe birîndar bû, û paşê bi endametiya rêxistina terorîst hat dadgehkirin.”

Asêkirina birîndaran di jêrzemînan de bi lêkirina mazotê şewitan dina wan jî di vê nivîsê de ji bo fêmkirina xêzan hatiye nivîsîn. Meseleya jêrzemînan, qetilkirina 150 kesên bê guneh û destevala di van jêrzemînan de bi awayekî berfireh hatiye ravekirin û her wiha çawa dewleta Tirk ser vî gunehê li dijî mirovahiyê girtiye jî bi nûçe û raporan hatiye bibîrxistin.

Kesên dixwazin, dikarin di ser lînka li jêr, li hemû xêzan û metna Ingilîzî binihêrin:

* Cenazeyê Taybet Înan a 57 salî, li Cizîrê hat qetil kirin, 7 rojan li kolanê hat hiştin.
  • Ev dever dibistaneke li Cizîrê (li Bakurê Kurdistanê). Hêzên Tirk vê derê ji bo êrişên li dijî gelê Kurd weke baregeheke eskerî bi kar tîne.
* Hêzên Tirk nexweşxaneya Cizîrê dagir kir. * Du rojnamevanên Kurd Rojîn Akin û Hayri Demir li ber perê Çemê Firatê direqisin piştî ku Tişrîn hat rizgarkirin. * Sultan Irman yek ji 19 birîndarên li jêrzemîneke li Cizîrê bû. Di encama êrişa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da. * Zekiye Eren a 7 mehî bi bar û Asya Sezgîn a 37 salî ya 8 mehî bi bar, doh bi şev piştî bombebarandina giran, zarokên xwe zû anîn dinê. Her du dayikan jî ji ber ku dereng gihandin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. * Edalet ji bo Kemal Korkutê ku bela sedem û bêyî ku lazim be hat qetilkirin.