Meş ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), NAV-YÊK û Saziya Ciwanên Êzîdî ve tê organîzekirin. Buroya Aştiye ya Jinên Kurd (CENÎ), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E, Ykîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E), Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKÊ), Hêvî e.V., UTAMARA, NAV-DEM, FEDA, YXK, Ciwanên Azad, CÎK, Dîe Lînke û bi dehan saziyên din destekê didin çalakiyê.

Meşa Mezin a Êzîdiyan a ji bo Şengalê, wê di 30’ê Tîrmehê roja Şemiyê saet di 13:00 de li ber Zanîngeha Bîelefeldê li navnîşana Universität Strasse 25, 33615 Bielefeld destpê bike.


Piştgiriyê bidin civaka Êzîdî

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bibîr xist ku di ser Qirkirina Şengalê ya bi destê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ‘ê hat kirin re 2 sal derbas bûne û hat gotin, “Hedefgirtina gelê Kurd ku gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê ye, bi taybetî hedefgirtina civaka Êzîdî li Şengalê, ji aliyê dîrokî ve gelekî manîdar e.”

TJK-E da zanîn, ku fermana 73’an bi êrîşa DAIŞ’ê ya 3’e Tebaxa 2014’an a li hemberî Şengalê re destpê kir û di vê fermanê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran berê xwe dan koçberiyê.

Bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê, em li bendê ne ku hemû meclîsên herêman, komun û însiyatîf roja 3’ê Tebaxê bi xwepêşandanan protesto bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Êzîdî wê li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê meş û mîtîngek werin lidarxistin. Pêwîste hemû meclîs, komun û însiyatîfên li Elmanyayê bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin û li hemberî qirkirina jinê ya di şexsê jinên Êzîdî de tê kirin, nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bidin.”

YJK-E jî li ser mijarê daxuyaniyek da û di serî de jinên Kurdistanî yên li Elmanyayê dijîn bang li hemû hêzên şoreşger û demokrat kir, ku bi xurtî tevlî meşê bibin û piştgiriyê bidin civaka Êzîdî. 


 NAVENDA NÛÇEYAN