Kurdistaniyên li Ewrûpayê li dijî tecrîdkirina Ocalan bi biryardarî û moral di çalakiyan dikin û peyama wan ew e ku heta Ocalan azad bibe ew ê çalakiyan dewam bikin.

Grevên birçîbûnê ku li Ewrûpayê Kurdistanî bi şîara “Em Ocalan azad bikin” dimeşînin di serî de Elmanya li gelek welatan dewam dikin. Me îro ji navendên mîna Marsîlya, London, Berlîn û Stuttgartê hurgilî û nihêrînên çalakgeran ji we re berhev kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo bidawîbûna tecrîdê û destekkirina greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê, ev 8 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakger her sibehê diçin meydana li ber Walîtiya Marsîlyayê, kon vedidin û heta êvarê çalakiya xwe li wir didomînin. Ji bo armanc û daxwazên çalakiyê ragihînin jî dovîz û pankartan li derdora kon dadileqînin. Her roj bi dehan Kurdistanî serdana konê çalakiyê dikin. Hunermendên TEV-ÇAND Marsîlyayê jî piştgiriyê didin çalakgeran.

Bi heman armacê li paytexta Ingilîstanê Londonê jî Kurdistanî û dostên wan ev 8 roj in li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê  dewam dikin. Çalakî li meydana Manor House a navenda Londonê pêk tê.

Çalakger Mark Campbell ku ji piştgirên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, berxwedêrên grevên birçîbûnê silav kir û jî xelkê Ewrûpayê xwest ku hişyar bin, bibin yek deng û li Leyla Guvenê xwedî derkevin.

   

Em bibiryar û Moralin

Îmam Şiş ê ji Welatê Galiyan ê li girava Brîtanyayê, tevlî çalakiyê bûye jî dibêje, “Ez bawer dikim em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Dewleta Tirk di siyaseta înkar û îmhayê de bi israr e, lê em ê jî bi biryar û moral heta dawî têbikoşin.

Hevseroka meclîsa gel a Londonê Sterk Demir jî got, “Ev 3 sal in ku li dijî rêberê me tecrîdeke girankirî heye. Em weke jinên Kurd li dijî ve bêhiqûqiyê bêdeng namînin.”

Çalakgerê bi navê Mehmet Said Yilmaz jî got, “bi tecrîdê kes nikare ruhê azadiyê ji bedena me derxe.”

Hevserokê meclîsa gel yê Skoçyayê Ugur Çagritekin jî dibêje, “Ew nikarin berxwedan û têkoşîna me rawestînin.”

Elaqeyeke mezin heye

Navendeke din a çalakiya greva birçîbûnê jî paytexta Elmanya Berlîn e. Çalakiya li Berlînê jî 11 roj li pey xwe hiştin. Çalakî ji aliyê derdorê ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Her wiha çalakger bi roj belavokan belav dikin û raya giştî agahdar dikin.

Çalakiya li Stuttgartê jî dewam dike. Her sê rojan carekê çalakî ji aliyê herêmeke ve dewr tê girtin.  Kurdistanî dibêjin, heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê navberê nedin çalakiyên xwe.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN