Rewşenbîrên kantona Kobanê amadekariyên konfransa xwe ya sêyemîn dikin. Wekî hatiye plankirin sêyemîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê îro li Navenda Çandê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê lidarxistin.
Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê yên Kurd û Ereb, wek mêvan ji Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê û nûnerên saziyên sivîl ên kantona Kobanê dê beşdarî konferansê bibin.
Konferans bi slogana “Bi yekbûna pênûs û çekê, em ê karibin xeteran rakin” dê were lidarxistin. Di konferansê de rewşa siyasî, rêxistinî ya yekîtiyê û bandora rewşenbîran li ser civakê li gel gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên nîqaşkirin.
Her wiha planên li gorî rewşê tên amadekirin. Ji bo yekrêziya refa rewşenbîran, ji bo bibin xwediyê bandoreke mezin li ser civakê û raya giştî ya cihanê, bikarin xeteran ji holê rakin, bi taybetî gefên êrişkirina Tirkiyeyê li ser herêmê, hewldanên rewşenbîran wê çêbin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê sala 2016`an hat damezirandin û navê wê li hola Meclisa Zagonsaz a Kobanê hat ragihandin.
ANHA / KOBANÊ