
Çalakiyên Helbest û Pexşanê yên Huseyîn Çelebî wê îsal ji bo cara 23´yan werin lidarxistin. YXK ya ku çalakiyan organîze dike, bi vê yekê rêwîtiyeke dirêj li pey xwe dihêle. Der barê mijarê de em bi endama komîteya amadekar a çalakiyê Bahar Gunay re peyivîn. Bahar xwendekareke 24 salî ya beşa Endezyariya Aborî ye li bajarê Elmanya Lippstadtê û endama Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ye. Bahar bi bîr dixe ku par qederê 500 berhemên pirraniya wan bi Kurmancî û Tirkî tevlî çalakiyê bûbûn û ew îsal hêvî dikin ku ji vê hejmarê bibihurin. Bahar Gunay di heman demê de bangê nexasim li ciwanan dike ku bi berhemên xwe çalakiya îsal dewlemend bikin.
Ji sala 1993´yan û vir ve çalakiyên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî hûn li dar dixin. Serhatiya vê çalakiyê çawa destpê kir?
Piştî şehadeta rêheval Huseyîn Çelebî ku serokê rûmetê yê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ye, sala 1993´yan me dest bi vê çalakiyê kir, nexasim jî ji bo derfeta xwe îfadekirina edebî biafirînin ji girtiyên azadiyê re vê serhatiyê destpê kir. Hingê di destpêkê de ji ber ku kêm dihat nasîn, tevlîbûn jî kêm bû. Di destpêkê de zimanên tevlîbûnê jî bi tenê Kurmancî û Tirkî bûn. Paşê ev bêhtir rûnişt, bi zêdekirina zaravayan, weke Soranî û Kirmanckî. Êdî niha Elmanî jî lê zîde bû, va ye zimanên din jî lê zêde dibin. Bi awayekî navneteweyî jî çalakî qebûl dibe êdî. Bi wî rengî ku par qederê 500 berhemî tevlî çalakiyê bûn û em hêvîdar in ku vê rekorê îsal bişkînin.
Li gorî zimanan rêjeya berhemên tevlî çalakiyê dibin çi ye?
Helbet, pirranî Kurmancî û Tirkî ye. Piştî wan jî zaravayên din ên Kurdî û Elmanî tên. Em bi meraq li bendê ne ka îsal wê tevlîbûna bi Ermenîkî wê çawa be. Ji niha ve çend berhem hatine ku pirraniya wan Kurmancî û Tirkî ne.
We dest bi qebûlkirina berheman kiriye, elaqe çawa ze îsal heta niha?
Elaqeyeke mezin heye. Tevlîbûnê jî destpê kiriye. Nexasim jî di ser medya civakî re çalakî tê danasîn û gelek kesan ji me re nivîsî. Gelek kes jî agahiyan dixwazin ji bo tevlî çalakiyê bibin. Me destpê kir em îsal Twitterê jî bi kar tînin û nexasim jî ciwan bi vê yekê têkiliyê bi me re datînin.
Girtîgeh di destpêkirina van çalakiyên wêjeyî yên ji bo bibîranîna Huseyin Çelebî de bi roleke mezin rabûbûn. Tevlîbûna ji girtîgehan çawa ye?
Tevlîbûn bi giştî xurt e, lê îsal hîna ji girtîgehan berhem nehatine û berpirsiyariya vî gunehî li ser milê me ye, me dereng bi danasîna çalakiyê ya îsal li Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Bi ser de jî xebatkarên posteyê li Elmanyayê ketin grevê. Ji ber wê jî bi rêya posteyê heta niha berhem negihiştine ber destê me. Ji ber wê jî me xwest heke derfet hebin, berhemên ji girtîgehan bi rêya kesên sêyem di ser e-milê re bigihînin me. Berhemên ku ji girtîgehan tên bi pirranî bi Kurmancî û bi Tirkî ne.
Mijarên berhemên ji girtîgehan weke yên giştî ne, yan giraniya mijarê ber bi aliyekî ve ye?
Bi giştî berhemên helbestî û yên pexşanê dema ji girtîgehan tên behsa azadiyê dikin. Lê tevlîbûna ji derveyî girtîgehan, behsa mijarên din jî dike. Carinan mijarên jiyana giştî hene. Weke pirsgirêkên jinê, jiyana li gund, bi awirê zarokekê nihêrîna li dinyayê û mijarên weke van jî hene. Yek ji mijarên nû Şoreşa Rojava ye. Nexasim jî di helbestên ku heta niha hatine ber destê me, ev mijara sereke ye. Ji xwe heta niha pirraniya berhemên hatî jî helbest in. Tevlîbûna bi berhemên pexşanê kêmtir e. Û em heta 31´ê Tebaxê berheman qebûl dikin.
Gelo xebatek heye ji bo weşandina berhemên serketî?
Belê, em niha li ser wê dixebitin ku em berhemên serketî yên çend salên dawiyê weke pirtûk ji çapê re amade bikin. Em hêvî dikin ku em karibin roja eşkerekirina encaman (17. Çiriya Pêşîn a 2015´an) karibin pirtûkê çap bikin. Di pirtûkê de tevahiya berhemên bi zimanê Kurdî, Tirkî û yên din wê werin berhevkirin.
Biryar kengî diyar dibin , amadekariyên ji bo merasîmê çawa dewam dikin?
Biryar hefteya dawî ya Îlonê wê bi îhtîmaleke mezin eşkere bibin. Ango endamên me yên juriyê wê encam gihandibin berdestê me. Em ê jî karibin 17 Çiriya Pêşî di merasîma li Dortmundê van encaman bi raya giştî re parve bikin. Di juriya me ya beşa helbestê ya Kurmancî de Rênas Jiyan, Fatma Savci, Medeni Ferho û di beşa pexşanê de Dilawer Zeraq, Mazhar Roj, Sîdar Jîr hene. Di juriya me ya Kirmanckî de Deniz Gunduz, Haydar Diljen û Îhsan Espar cihê xwe digirin û di beşa Soranî de jî Xeyrî Şengalî û Mensûr Teyfûrî cihê xwe digirin.
Bawer dikim herkes kesekê/î nas dike ku bi wêjeyê re elaqedar e. Bi xêra xwe, heke hîna haya van kesan ji çalakiyên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî nebe, wan agahdar bikin. Da ku bêhtir berhem werin ber destê me, da ku teşwîqa ji wêjeya Kurdî re jî zêde bibe. Nexasim jî em hez dikin ku ciwan tevlî çalakiyê bibin bi berhemên xwe. Lewma helwêsta wan a beramberî wêjeyê jî guhertî û taybet e. Banga me ye ku bi tevlîbûna bi bêhtir berheman em çalakiya îsal serketîtir bikin.
Huseyîn Çelebî kî ye?
Huseyîn Çelebî li bajarê Elmanyayê Hamburgê sala 1967´an ji dayik bû. Li Elmanya di dersa Tirkî de dema ew li dijî peyva "Ez Tirk im, rast im, karkir im" rabû, mamoste lê xist. Wî bi ciwanî himbêza xwe li fikr û helwêstên înternasyonalîst re vekir: "ne muhim ka gelo ez Kurd im, yan Ereb, yan Tirk, yan jî Çînî me, ya girîng ew ku ez ne bindest bim".
Salên 80´yî di nava tevgera Azadiya Kurdis de cih girt. Sala 1986´an wî li zanîngeha Dusseldorfê dest bi xwendina beşa civaknasiyê kir. Di derxistina kovara Kurdistan Raport de xebata wî diyarker bû. Di doza navdar a li dijî PKK´ê a ku weke doza Dusseldorfê navdar bû hat dadgehkirin û 2 salan di hucreyên tecrîdê de hat girtin.
Di xebatên amadekariya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de destpêka salên 90´î bi awayekî çalak cihê xwe girt. Çelebî 1992´yan vegeriya Kurdistanê û heman salê di şerê li Başûrê Kurdistanê de li karwanê pakrewanan zêde bû.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN