2 astrontên NASAyê û kozmonetekî Ûris piştî mehan wê vegerin dinyayê. Dema ew çûbûn korona tinebû û niha wê vegerin cîhaneke bi korona. Astronotên li Stasyona Ezmanî ya Navneteweyî ISSʼê Andrew Morgan Jessica Meir û Oleg Skripochka 7 meh in li ezmanan wezîfeyê dikin. Ew dibêjin, ji dema ku ew ji dinyayê veqetîne gelek bûyer qewimîne û mirov bawer nake ku çawa evqas bûyer qewimîne. Ew wisa diêbijin, “Dinya weke her carê ji vir gelekî bedew xuya dike. Em li vir dikarin bi malbatên xwe re têkiliyê deynin. Lê em vegerin û em nikaribin malbatên xwe himbêz bikin wê ev yek gelek zehmet be.” Astronotê roja înê vegerin. NAVENDA NÛÇEYAN