FADIL DONMA / CELLE

Agir Stêrk (Abdullah Osmanoğlu/ Êlih/ Şukran-Alî) û Mehmet Axîn (Rênas Benek/ Wan/ Ayfer-Kazim) di 17‘ê Kanûnê 2018’an de li herêmên Parastina yên Medyayê di êrişeke dewleta Tirk ya hewayî de şehîd bûbûn.

Şehîd Agir Stêrk berî şehadetê li bajarên Elmanyayê Celle û Hannoverê xebatên ciwana û gel dikirin. Wî demekê hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdistaniyên li Cellê (NCDK-Celle) kir. Agir Stêrk sala 1994´an ji dayik bû û sala 2017’an tevlî nav refên gerîla bû û sala 2018’an gihîşt çiyayên azad.

Hevalên Şehîd Agir Mala Ezîdiyan a Celle û hola wê xemilandin û pankarta li ser nivîsandî “Cangorî namirin”, “Her Şehîdek felsefeyeke jiyanê ye” daliqandin.

Piştî rêzgirtinê hevserokê NCDK-Cellê Şêx Behcet got, “Şehîdên me hemû ji me re wek hev in, lê belê yek ji nav me derkeve û xatir bixwaze, şewata wî gelekî mezin e. Agir Stêrk li bajarê Hannover û Celleyê xwe xistibû dilê me tevde.” Li ser navê Malbatên Şehîdan (Komaw) Apê Hesen jî got, “Divê em şopdarên şehîdan bin.” Pîştre bi sînevîzyonê Şehîd Agîr û hevrêyê wî Axîn bîr anî.

Cihê wî xuya bû

Xwişkên Agir, ji bo birayê xwe gotin, “Bilal (Agir Stêrk) ji me re bav bû. Dema Birayê me hate Elmanya emrê wî gelekî biçûk bû, penaberek zarok bû lê wî dîsa jî xwe xist nava dilê her kesî. Ew bi kenê xwe dihat nasîn, gava ew diket odeyê, mirov fêhm dikir ku ew hat. Hevalên wî gelek bûn, lê guhê wî herdem li ser malbatê hebû. Cihê wî xuya ye. Wî hezkirin şanî me da û ew ê herdem di dilê me de bijî.”

‘Em xeyalên wî li erdê nahêlin’

Nûnerê Tevgera Ciwanên şoreşger jî ji bo Agir got, “Em ê Tola wî rakin, em şervanên Rêber Apo ne, em karkerên Rêber Apo ne, çi dibe bila bibe, em xeyalên heval Agir li erdê nahêlin, em xwîna wî li erdê nahêlin, em dibêjin şehîd namirin.”

Piştre, hevalên înternasyonalîst stranek bi trompet ji bo şehîd Agir gotin. Rotînda jî di çalakiya bibîranînê de stran gotin.

Osman Hevalê Agir ê bi wî re kar û xebatên ciwanan dimeşand, nameya Agir xwend û got, “Biçe, bi dinyayê keve û agirê xwe bi herkesî re parve bike û herkesî ber bi xwe ve bikişîne. Ji ber ku azadî ronahî ye û ronahî jiyanê dibexişîne. Ronahiyê bibîne û bide yên din. Bibe şervanê Azadîyê.”