Girtiyên Azadiyê: Em bang li hemû parêzvanên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê berxwedana me ya ku her ku diçe mezin dibe. Werin em faşîzmê hilweşînin û bi hev re jiyaneke azad birêsîn.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ragihand ku ji 1’ê Adarê û pê ve, wê li zindanan hemûyan bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger, heta ku tecrîd ji holê rabe. Girtiyan ji bo şikandina faşîzmê bang kir û got, “Bibin dengê berxwedana me.”
Çalakiyên grevên birçîbûnê li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dewam dikin. Çalakiya Leyla Guven a ku pêşengiyê ji çalakiyan dike, kete roja xwe ya 112´an, ya endamê nûneriya HDP´ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz kete roja xwe ya 99´an, ya koma pêşî a li hepsan dest bi çalakiyê kir jî kete roja xwe ya 74´an, çalakgerên li Strabourgê û Îmam Şîş jî 73 rojên çalakiy xwe temam dikin.
Doh li ser navê girtiyên ji dozên PKK û PAJK´ê d hepsê de Denîz Kaya daxuyaniyek da û da zanîn ku girtiyên azadiyê hemû wê ji 1´ê Adarê û pê ve bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger.
Em ê bi ser kevin
Denîz Kaya di daxuayniyê de got, “Bi grevên birçîbûnê yên bêdawî û nedorveger re, em hewl didin vê hevrêtiya xwe ya kêm ji ser xwe bavêjin û em soz didin ku pêwîstiyên ber bi Rêbertiya xwe ve em ê sazkar bikin. Em li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê bi pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’, 21’emîn komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Em ê teqez bi ser kevin. Em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, diyar dikin ku em berxwedana xwe bi biryardarî xurt dikin.
Jiyan nayê tecrîdkirin
Hêzên Kapîtalîst û komploger 21 sal in nekarîn komployê bi ser bixin. Ji ber ku bi awayeke zelal dibêjin ku li hemberî avakirina pergala wan a dijberî demokrasî û azadiyê, tekane hêza ku dibe astengî, Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê ye. Bi tecrîdkirina Rêbertiyê re ev tişt gotin. Bi qirrkirin û komkujiyan, ev gotin. Bi tepisandina gelê Kurd a polîtîkayên şerê taybet re vê yekê nûjen dikin. Em jî dibêjin, Rêber Apo navê jiyanê bi xwe ye. Weke şopdarên hevrê Kemal, Mazlum, Hayrî û Sarayan em jî dibêjin ku hûn nikarin jiyanê tecrîd bikin. Berxwedana me ya niha gihiştiye wê biryardariyê ku bikare tecrîdê bişikîne û nîşan daye ku em amade ne di vê oxirê de berdêlan bidin. Êdî, hemû kerr û koran bihîstiye ku gel û tevger, em li dora Rêberê xwe bûne xelek.
Li zindanan têkoşîn gurr dibe
Me dîlgirtiyên doza PKK û PAJK’ê yên di zindanan de sedemên berxwedana xwe bi hemû cihanê re parve kiribûn. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me radibe, heta ku azadiya wî û şertên wî yên xebatê pêk tên, em ê yek gava bi tenê jî paş ve neavêjin. Em niha li 67 hepsan bi beşdariya 331 hevalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bi bawerî û bi israr dewam dikin. Çalakiya Guven li derve bi biryardarî didome. Li parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê jî çalakî bi biryardarî didomin. Gelê me li ber xwe dide, tevgera azadiyê li ber xwe dide û baweriya ku em ê li ser xeta serketinê bi ser kevin, her ku diçe mezintir dibe. Em, kesên li zindanan, berxwedana xwe geş û gurrtir dikin. Bi hişmendî û biryardariya ku em ê faşîzmê bi agirê berxwedana xwe bi rûxînîn, em çalakiya xwe ji hêla reng û dirûv û hijmarê ve geş û gurr dikin.
Li hemû hepsan bi yek carê
Em radigihînin ku ji 1’ê Adarê û pê ve, girtiyên PKK û PAJK’ê, wê li hepsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hemûyan bi awayekî hemwext dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ku em ê di 1’ê Adarê de bidin destpêkirin, heta ku tecrîd were şikandin wê dewam bike. Ji bilî Rêbertiya me, ti kes nikare me ji berxwedana me vegerîne.
Em bang li hemû parêzvanên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê berxwedana me ya ku her ku diçe mezin dibe. Werin em faşîzmê hilweşînin û bi hev re jiyaneke azad bihûnin. Em li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî wekhevî û azadiyê asteng e, li ber xwe didin. Tecrîda li dijî Rêbertiyê, li ser her kesî ye. Em bang li her kesî dikin ku ji bo şikandina tecrîdê beşdarî berxwedana me bibin.”