Malbatên Şirnexê yên piştî êrişên dewleta Tirk ên ni ser berxwedana xweseriyê de, malên wan hatin rûxandin û li gundê Avgamasiyan bi cih bûn, bal kişandin ser şertên zivistanê û ji bo‘Kampanyaya Malbatên Destûbira’ bang li her kesî kirin. 

Li Şirnexê di êrişên dewleta Tirk de di navbera 16’ê Adarê û 14’Mijdara 2016’an de, bi sedan malbatên malên wan hatin rûxandin, li gund û navçeyên derdora bajêr bi cih bûbûn, û hîn jî bi zehmetiyên debarê re rûbirû ne. Malbatên li gundê Avgamasiyan ê 5 kîlometre dûrî bajêr e, bi cih bûn, bi hatina zivistanê re bi şert û mercên zor û zehmet re rû bi rû mane. Malbatan, ji bo zeximkirina “Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira” ku Heyva Sor a Kurdistanê ji bo wan saleke din jî dema wê dirêj kiribû, bang li her kesî kirin. 

 

‘Em ji jiyana me kirin’ 

Emîne Katar, mala wê ya 3 qatî ya li Taxa Yeniyê ya bajêr hat rûxandin, neçar ma ku koçî gund bike. Katar, bal kişand ser girîngiya kampanyayê û got, “Salên 90’î gundê me rûxandin, ji neçarî me koçî navenda Şirnexê kir. Di şertên herî zor de me malek ji xwe re ava kir. Me digot qey, xira nabe, lê rûxandin. Heya demekê em di konan de man û pişt re jî me malek ava kir. Ev mala me ne saxlem e. Gava baran dibare serban dilopan dike. Piştî serma zêdetir bû em nizanin em ê çi bikin. Em ji axa me, mala me û jiyana me qût kirin. Ji bo xurtkirina kampanyayê bang li her kesî dikim.” 

Malbata Kulter a 11 kulfetî, yek ji wan malbatan e ku hîna bi avakirin û tamîrkirina xaniyên xwe re mijûl e. Omer Kulter ji ber rewşa zehemt nikare zarokan jî bişîne dibistanê û dibêje, “Derfetên me sînordar in. Li gund, mehên zivistanê dijwar derbas dibin. Av û ceyrana me timî qût dikin.”

 

Em nikarin bikevin TOKδyan

Jina bi navê Taybet Onge ya piştî mala wan hat rûxandin, koçî Sîlopiyayê kir, ji wir jî çû bajarokê Dêrgulê û dûre li Avgamasiyan bi cih bû. Ew dibêje, bi hatina zivistanê re jiyana wan zehmettir bûye. Onge, da zanîn ku ji mala xwe ya hat rûxandin, tiştek dernexistiye û got, “Ji neçarî me koç kir. Xaniyên me yên fireh rûxandin ên teng çê kirin. Em nikarin di TOKI’yan de bijîn.”

Nedîm Sondak jî, destnîşan kir ku bi alîkariya xizmên xwe li gund xaniyek çê kiriye û got, “Ez bang li her kesî dikim ku piştevaniya Şirnexê bikin. Êdî hewa sar bû. Ji bo pêydekirina pêdiviyan em bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo vî xaniyî ava bikim, ez ketim bin deynekî giran.” 


MA / ŞIRNEX