Di civînê de kampanya piştgiriya ji bo Cizîrê hat nirxandin. Faysal Sariyildiz li ser berxwedana li Cizîrê, terora dewletê û rewşa dawî ya li navçeyê agahî da. Sariyildiz bal kişand ser cangoriyên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayî û destnîşan kir ku AKP’ê hêrsa xwe ya li hemberî gelê Kurd careke din li Cizîrê nîşan daye.

Sariyildiz diyar kir, Cizîrê serî li ber barbariyê netewandiye û bibîr xist, ku li qiraxa çemê Dîcleyê hînê parçeyên ji cesedên mirovan hene. Sariyildiz got, zilma li Kurdistanê ji ya Hîtler, Mûssolînî û Saddam bihuriye.

Sariyildiz bal kişand ser ‘Kampanya Malbata Hevkar’ ya ji bo Cizîrê û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Ewropayê kir. 


ANF / BONN