Heyva Sor a Kurdistanê piştî ku dagirkeriya dewleta Tirk bajarên Bakurê Kurdistanê yên xwerêveberiya xwe avakirî, wêran kirin, 6 hezar malabat kiribûn piştgirê malbatên hewce. Niha jî wê zend û bend vemalîn da ku heman piştgiriyê ji bo mexdûrên krîza koronayê organîze bike. Heyva Sor wê vê kampanyaya malabata piştgir (xwişk û bira) bi hevkariya karsaz û saziyên Kurd û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê bi rê ve bibe û ji bo beşdariyê jî bang li malbatan dike. ERKAN GULBAHÇE Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), niha zend û bend vemalîne da ku piştgiriya bi Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistanê ji ber krîza koronayê mexdûr bûne, organîze bike. Kampanya wê sê mehan dewam bike. Her meh malbata piştgir wê ji malbateke hewceyî alîkariyê re 100 euroyî bişîne. Kî bixwaze, dikare alîkariyê bi xwe yekser bişîne, yan jî di ser HSK’ê re vê bike. Sazîyên Kurd û yên dost ên din ên li Ewrûpayê jî destekê didin vê kampanyaya bi pêşengiya HSK’ê. Endamê Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê û Berdevkê wê Murat Vargun li ser kampanyayê bersiv da pirsên me. Wî got, “Ji ber krîza koronayê û tevdîrên wê, gelê Kurdistanê yê ku bi destê desthilatdaran ji berê ve hatiye xizankirin, niha qismekî mezin ê civaka wî hewceyî alîkariyê bûye. Li deverên weke Rojava ku derketina derve hatiye qedexekirin, ev qederê deh salan e jixwe êrişên dagirkeriyê li dijî wê hene û rewşa şer heye, li wargehan hejmara penaberan nêzî milyonekê ye, mirov êdî zehmetiyê dikişînin ku pêdiviyên xwe yên sereke yên heyatî peyda bikin, li vir zehmetiyeke mezin a aborî heye.” Dewletên dagirker civak xizan kirine Ji bo rewşa deverên din jî ew dibêje, li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker bi siyaseta tinekirina topyekûn û dagirkeriya bi destê qeyûman xelk xizantir ji berê kiriye, tevdîrên ji ber krîzê jî rewş kambaxtir kiriye. Murat Vargun ji bo rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî siyaseta xizankirinê ya dewleta Îranê bi bîr xist û got, “mirovên hewceyî alîkariyê bi krîza koronayê re gelekî zêde bûn.” Ji bo Başûrê Kurdistanê jî Vargun, wargehên penaberan û xasma wargeha Mexmûrê ya bi mehan e ambargo li ser tê ferzkirin, bi bîr xist û wekî din got, “Li Şengalê jî tesîrên wêrankariyê dewam dikin û mexdûrbûna miroav ji ber krîza koronayê zêdetir bûye.” HSK dixwaze piştgiriya civakî xurt bike Heyva Sor a Kurdistanê beriya niha ji bo têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê (Covid-19) kampanyaya alîkariyê bi Rojava re dabû destpêkirin. Vargun got, di encama vê kampanyayê de wan hin cihazên tibî yên lazim kirrîn û şandin Rojava, lê ev kampanyaya wan bi dawî nebûye û hîna dewam dike. Vargun wiha dewam kir, “Ji ber rewşa xirab a heyî ya li Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi xelkê me yê di halekî xirab de me Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira da destpêkirin. Bi vê kampanyayê em dixwazin malbatên li Kurdistanê hewcedarî alîkariyê bûne û malbatên dixwazin alîkariya aborî bidin, bînin cem hev; bi vê jî em piştgiriya civakî birêxistin û mezin bikin.” Ka ev kampanya wê çawa bibe, jî Vargun wiha rave dike: “Malbata ku dixwaze alîkariyê bide, mehane wê 100 euroyî bide malbata hewceyî alîkariyê, û ev divê 3 mehan dewam bike. Kesên dixwazin alîkariyê bikin, dikarin alîkariyê yekser bidin malbata ku em ê agahiyên wê yên lazim bidinê. Lê ew dikarin bidin saziya me û em jî dikarin vê alîkariyê bigihînin malbata pê hewce. Ji ber ku gihandina alîkariya pere bi hewaleyan ya li Rojava, Rojhilat, Mexmûr, Şengal û deverên weke wan ne mumkin e, yên ku dixwazin alîkariya malbatên me yên li van deveran bikin, bi destê saziya me dikarin alîkariyên xwe bigihînin malbatan.” Hûn jî pişta hev bigirin! Endamê Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê û Berdevkê wê Murat Vargun herî dawî bang li Kurdistaniyan û dostan kir da ku di van rojên krîzê de wezifeya xwe ya insanî bikin û piştgiriya civakî, bi vê kampanyayê mezin bikin. Kesên dixwazin alîkariyê bikin dikarin di ser malpera li jêr xwe bigihînin agahiyên lazim: https://www.heyvasor.com/tr/kampanyaya-malbaten-xwisk-u-bira/