BERHEM LETÎF / ROJNEWS / BEHDÎNAN

Li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk yên li dijî axa başûrê Kurdistanê, nerazîbûn zêde dibin. Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê der barê dagirkeriya dewleta Tirk de peyivîn û wan diyar kir ku her hêzeke ku piştgiriyê dide hêzên destê wan ji xwîna zarokên Kurdan sor be, şaşiyeke siyasî dikin û dîroka xwe reş dikin.

Ji ber ku em ne yek in

Çavdêrê siyasî, Luqman Hisên got, balafirên keşfê yên dewleta Tirk di encama peywendiyên di navbera dewleta Tirk û desthatilata Herêma Kurdistanê de digerin û wiha peyivî; “Dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê beşek ji welatê xwe dibîne. Peywendiyên desthilata Başûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirk ketine qonaxa dagirkeriyê. Sedema êrişên dewleta Tirk, parçebûna di nava Kurdistanê de ye. Heger em yek bûna, ne dewleta Tirk tenê, wê ti dewletan nekariya bi vî awayî êriş bikira.”

Bi hevkariya PDK’ê êrişî gerîla dike

Çavdêrê siyasî, Newzad Salih jî diyar kir ku nabe balafirên dewleta Tirk a faşîst û AKP’ê li Başûrê Kurdistanê êriş bikin û got, “Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk bi hevkariya dezgeha Parastin a PDK’ê êrişî gerîla dikin. PDK’ê sînorek berfireh li gel Tirkiyeyê heye û peymana neftê di navbera wan de heye. Lewma dibe ku rewş ji bo PDK’ê cuda be. Lê her aliyekî destê wî di xwîna zarokên Kurdan hebe, şaşiyeke siyasî dike û dîroka xwe reş dike. Lewma, lazim e hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê rewşê xwedî helwest be.”