Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd dest pê kir. Piştre dayikên şehîdan find pêxistin. Paşê dayika Zeyneb ku dayika şehîdan e, axivî û got; “Rêz û silav ji bo hemû şehîdan û Rêber Apo. Silav ji bo gerîlayên serê çiyan. Van şehîdan ji bo mirovahiyê û azadiya gelê Kurd xwîna xwe rijandiye. Ji bo tevahiya gelên azadîxwaz canê xwe feda kiriye.”
Dayika Zeyneb got, “Ez bang li tevahiya gelê Kurd û ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û taybet Rojhilatê Kurdistanê dikim da ku ji bo rêya şehîdan têkoşînê xurt bikin.”
Piştre jî endamê Komîteya Şehîdên KODAR’ê, Aram Sine axivî û got; “Îro têkoşîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya keç û kurên Kurdan bilind bûye û tê meşandin. Ev çend ji ciwanên me yên ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine û gihiştîne şehadetê. Bi vê pêşengiyê gelê Kurd sînorên di navbera xwe de rakirine û ew bê wate kirine. Em ê hêvî û armanca wan bigihînin serketinê. Em ê şopa wan ya ji bo azadiya gelê Kurd dewam bikin. Em ê dest ji têkoşîna wan bernedin. Em soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.
Piştre jî çend helbest hatin xwedin û merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd îro, doh û siberoj in’ bi dawî bû.
HESEN MIHEMED
ROJNEWS / QENDÎL