Li Ewropayê û derveyî welat dengdana ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê îro dest pê kir.  Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP’ê, li ser hilbijartinên giştî yê 7’ê Hezîranê daxuyaniyek da û bang kir ku hilbijêrên li Ewropa dengên xwe bikar bînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê her hilbijêrên me ji bilî  dengên xwe, xebateke ku ji kesên din dengan bigirin bimeşînin. Divê hilbijêrên me biçin ser sindoqan û  xwedî li dengên xwe derkevin. Dengên li Ewropayê girîng in. Em li dijî mêtingerên ku mafên me ji me girtine dibêjin ‘ji mirovahiya mezin re erê.”


Heta 31'ê Gulanê xebat berdewam e

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ev 2 meh e xebat didomin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hemû pêkhateyên koordînasyonê aktîf xebat meşandine. Yek bi yek malbat hatine ziyaretkirin. Li hemû herêman koordînasyonên hilbijartinê hatine avakirin. Civîn bi rêk û pêk hatine kirin. Xebata xwegihandina hilbijêran hatiye meşandin. Panel pêk hatine. Li hemû bajaran standên agahdarkirinê hatine vekirin. Bi sed hezaran belavok hatine belavkirin. Xebatên me wê heta 31’ê Gulanê bidomin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  hilbijêr li her cihên ku dimînin divê ji bo HDP’ê aktîf bixebitin û ev jî wê hêzek xurt bide û wiha hate berdewam kir: “Divê her hilbijêrên me xwe wek endamê komîsyonê bibîne û bi vê berpirsyariyê nêz bibe. Her hilbijêrên me divê ji bo dengên kesên ji derveyî derdora xwe bigire, xebatan bimeşîne.”

Hat diyar kirin ku ji bo ewlehiya sindoqan jî tedbîr hatine girtin û li hemû sindoqan muşahît hatine diyarkirin û li her ser sindoqekê muşahîdekî HDP’ê wê hebe. Hat diyar kirin ku bi giştî 2.680 muşahîd hatine peywirdarkirin û ji bo muşahîdan perwerde hatiye kirin.


Girîngiya bikaranîna dengan

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Divê her hilbijêrên me biçin ser sindoqê û xwedî li denga xwe derkeve. Divê derdora xwe  bi wesayîtên xwe bibin ser sindoqan. Hilbijêrên HDP’ê di vê mijarê de divê baldar bin. Divê em xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Divê her kes xwedî li denga xwe derkeve. Dengek gelek tiştî diguhere.

Li hinek nûneriyan hejmara sindoqên hatine avakirin kêm in. Bi taybet bikaranîna dengan a dawiya hefteyê wê zêde be. Ev jî wê bibe sedema qelebalixê. Ji ber rewşên wisa neyên jiyîn heta mimkun be divê di nava hefteyê de deng bên bikaranîn.”

Koordînasyonê bang li hemû gel, welatparêz, ronakbîr û demokratan kir ku di vê pêvajoyê de bi ruhê seferberiyê xebatên xwe bimeşînin û got: “Em li dijî mêtingeran ku em ji xaka me kirin û welatê me li me qedexekirin, dibêjin ‘ji mirovahiya mezin re erê’. Em ê ji nîjadperestî û newekheviyê re bêjin êdî bes e. Em ê mafê xwe yê perwerdeya ziman bînin. Em ê mexduriyeta sermayeya kesk têk bibin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN