Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna di 8'ê Gulanê de li Ewropayê destpê kir, wê di 31'ê Gulanê de bi dawî bibe. Heta niha ji sedî 30 ê hilbijêrên li Ewropayê çûne ser sindoqan. HDP jî ji bo li Ewropayê bibe partiya yekemîn xebatên xwe zêde kir. Li Almanyayê ku hilbijêr herî zêde li vî welatî ye, NAV-DEM'ê hefteya dawî ya meha Gulanê weke "Hefteya Demokrasiyê" îlan kir. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç bang li hilbijêrên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez hemû hilbijêrên li Elmanyayê dijîn kir û xwest li dijî dîktatoriya AKP'ê deng ji HDP'ê re were dayîn.

Koç dengdayîna li Almanyayê nirxand û anî ziman ku di asta heyî de ew ne di rewşeke xerab de ne û got; "Lê belê me ne di rewşa tê xwestin de ne. Çend rojên me man. Banga me li hemû welatparêzên me, li hemû hêzên demokrasiyê ew e ku li gorî ruhê hefteya demokrasiyê tevbigerin û her kes dengê xwe bikar bînin. Bi tenê dengdayîn jî têrê nake. Divê her kes mirovên li derdora xwe jî bibe ser sindoqan. Em êdî di hefteyeke krîtîk de ne. Pêwîste di nava vê hefteyê de ti hilbijêrên dengê xwe bikar neanîne nemabe. Em hemû dizanin ku ev hilbijartin hilbijartineke krîtîk e. Ev hilbijartin wê çarenûas Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne."

Koç anî ziman ku her kes dixwaze Erdogan biçe, faşîzma AKP'ê serberjêr bibe, Kurd karibin bi awayekî azad nasnameya xwe îfade bikin, zextên li ser baweriyan bên rakirin û got, "Pêkhatina van, bi qasî dengekî nêz e." Koç bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan.

Koç da xuyakirin ku bikarneanîna deng wê were wateya destekkirina R. Tayyîp Erdogan, faşîzma AKP'ê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji bo ku sibe nebe dereng, em biçin ser sindoqan. Em bang li her kesên xwedî namûs û şerefê dikin, ku dengê xwe bidin HDP'ê. Ev deng wê çarenûsa Tirkiyeyê, çarenûsa Şengal û Kobanê biguherîne. Ji ber ku eger desthilatdariya AKP'ê ya destekê dide DAIŞ'ê xurt bibe, wê desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê dewam bike. Ev yek jî tê wateya DAIŞ'bûyîna Tirkiyeyê. Çawa ku gelê me yê li Ewropayê di dema Kobanê de li ber xwe da, pêwîste îro jî di hilbijartinan de vê nîşan bide."


'Li Ewropayê em bibin yekemîn'

Koç bibîr xist ku ji 1 mîlyon 400 hezar hilbijêrên li Almanyayê heta niha 320 hezar hilbijêrî dengê xwe bikar anîne û diyar kir ku ev hejmar ji sedî 19 ye. Koç da xuyakirin ku Dusseldorf heta niha bi 24 hezar dengî di rêza herî jor, Munster jî bi 14 hezar dengî di rêza herî nizm de cih digirin û got, "Em dixwazin li Ewropayê bibin partiya yekemîn. Derfeteke me ya bi vî rengî heye. Ji ber ku tevlîbûna giştî ya li hilbijartinê gelekî kêm e. Çawa ku me AKP li Şengal û Kobanê têk birin, em dixwazin Erdogan li vir jî têk bibin û bibin partiya yekemîn. Em ê bi dengê xwe re AKP û Erdogan bidin ber xwe." 


 ANF/KOLN 




‘Êdî mirin ne xem e’


Coş û heyecana hilbijartinên 7 ê Hezîranê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li paytexta Almanya Berlînê jî berdewam dike. Li pêş sefareta Tirk mirov dikare li gelek mirovên cihêreng  bibîne.

Apê Çerî ango Mehmet Çerî jî yek ji wan e. Ev 6 Sal in ji ber astengdariya xwe nikare derkeve derve, Apê Çerî piştî dengê xwe da rondik ji çavên wî beşişîn û wiha got: "Min bi vê halê jî karî bêm û dengê xwe bidim, êdî bimirim jî ne xem e. Bila gelê me jî xwe nede paş, bên û dengê xwe bidin. Ev ji bo me bûye roja xîret û rûmetê."

Mehmet Çerî ku di nav Kurdên li Berlînê de wekî Apê Çerî tê nasîn 73 salî ye, ji Eyrana Ruhayê ye. Ji sala 1969 an ve li Almanyayê dijî.  Apê Çerî ji sala 2009 an ve di encama felcê de di nav nîvinan de ye, ji nikare ji malê derkeve. Bi alîkariya Muzaffer Yorulmaz û biraziya xwe Nezîha Çerî ve derdikeve derve. Apê Çerî li gorî salên destpêkê geşedanên doza azadiyê mezin dibîne, lê dibêje; "mixabin têrî nake. Dijmin xedar e, sextekar e, ne wicdan û ne rûmet e" bi van gotinan re bang li Kurdên Berlînê dike ku bêtir li doza xwe xwedî derkevin û wiha dawî li çîroka xwe anî: "70 an jî 80 hezar Kurd li Berlînê dijîn, divêt Berlîn bi qasî Diyarbekir roleke mezin bilîze. Divêt em li komeleya xwe, li meş û çalakiyên xwe û li hilbijartinên xwe xwedî derkevin, sistnêzîkbûn ji me dibe, dijmin bi ser dikeve. Ricaya min ji heval û dostan heye, bila bên û dengê xwe bidin. Dengdan wê rewşa şervan û gerîlayên di çeperan de hêsantir bike, dengdan wê rewşa gelê Kurd baştir bike, dengdan wê li dijî dijminan û li ser maseya hevdîtinan destê Serok Apo xurtir bike. Min bi vê halê jî karî bêm û dengê xwe bidim, bila herkes saetekê xwe bide, ev ji bo hem wîcdan ü hem ji rûmet e. " 


 YEKO ARDIL/BERLÎN




Bi otobusan çûn dengdayînê


Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li bajarê Awûstûrya Lînzê dijîn, bi otobusan çûn dengdayînê.

Dengdayîna 28 hezar hilbijêrên li herêmên Oberosterreîch, Kaerten, Tîrol û Salzbûrg ên Awûstûryayê dewam dike. HDP'yî, li gelek welatên Ewropayê, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hem dengê xwe bikar tînin, hem jî xebatên xwe bê navber dewam dikin. Di çalakiyên piştgirîdayînê de ji bo jiyaneke wekhev, azad û aştiyane ya gelan banga destekkirina HDP'ê tê kirin. Her wiha Kurd û dostên wan jî bi konvoyan diçin ser sindoqan.

Dengdayîn li du sindoqên li avahiya Serkonsolosxaneya li navnîşana 'Strubergasse 9, 5020 Salzburg' tê kirin û wê heta 31'ê Gulanê dewam bike.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo hilbijêran bibe Konsolosxaneya Salzbûrgê vê hefteyê otobusa sêyemîn rakir. Navend xebatên xwe yên birin û anîna hilbijêran dewam dike. 


 LÎNZ