BOTAN GERMİYANÎ / ROJNEWS / GERMİYAN
Yek ji dikanên diyar yên navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê, dikana hoste Mihemed Pîr Welî û kurê wî ye. Ev 40 sal in ku dikana Mihemed Pîr ya çêkirina mekîneyên dirûnê, nehatiye guhertin û her tim li cihê xwe ye. Dikan bi xwe gelekî biçûk e, lê gelek bi nav û deng e.
Mihemed Welî Pîr, sala 1951’ê li navçeya Xaneqîn a ser bi Diyalayê ji dayîk bûye. Hîna di zarokatiyê de li Xaneqînê weke şagirt di dikana terziyê de kar dikir. Ji wê demê ve xwesteka wî ji bo çêkirina mekîneya dirûnê çêbûye.
Bû bêşek ji jiyana min
Mihemed li ser dîrok û fêrbûna xwe ya karê terzîtiyê got; “Di zarokatiyê de hinek tiştên sereke ez fêr bûm. Piştî lihevkirina Cezayîrê em penaberê Îranê bûn. Di sala 1975’an de bi çend hevalên xwe re me dest bi karê terzitiyê kir. Me ji Kirmaşanê mekîneya dirûtinê dianî û çêdikir. Min wê demê tenê mekîneyên xwe rêkdixistin. Piştî wê, hêdî hêdî bû pîşe. Piştî wê ez demekê çûm Kirmaşanê û min heman kar kir. Piştî wê, em vegeriyan bajarokê Fecir ê ser bi bajarê Nasriye yê li Iraqê. Wê demê hosteyên çêkirina mekîneyên dirûnê gelek kêm bûn. Min li wir dest bi karê çêkirina mekîneyên dirûnê kir. 3 kurên min jî fêrî karê çêkirina mekîneyên dirûnê bûne.”
Ji bavê me, ji bo me maye
Kurê Mihemed Pîre Kamuran jî ji 10 saliya xwe ve karê çêkirina van mekîneyan dike. Kamuran heta sala 1992’an li gel bavê xwe weke şagirt kar dikir û pitşî wê, bûye hoste. Heta niha jî kar dike û dikana bavê xwe birêve dibe. Kamuran jî li ser karê xwe axivî û got; “Ez hemû cûrên mekîneyan çêdikim û difiroşîn. Ji ber ku bavê min cara pêşî li Kelarê dest bi çêkirina mekîneyan kiriye, nav û dengê wî belav bûye. Ji gelek gund û bajaran xelk mekîneyên xwe tînin gel me.”