Di Roja Wêje û Hunerê Kurdî de li Bielefeldê rewşa wêje, ziman û hunerê Kurdî hat nirxandin. Ji bo zimanê Kurdî îşaret bi du pirsgirêkên sereke hat kirin: helwêsta civaka Kurd a kêm xwedî li Kurdî derdikeve û helwêsta dewleta Elman ku bi hincetên cihê Kurdî asteng dike.
MURAT MANG / BIELEFELD
Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, Înîsiyatîfa Malbatên Kurd ya Herema Bielefeldê, Roja Wêje û Hunerê Kurdî organîze kir. Sazîyên wek Înîsiyatîfa Aştî û Hêviya Kurdistanê, Tevgera Azad a Jinên Êzîdî (TAJÊ) Bielefeld, Hevgirtina Civanên Êzîdî (HCÊ), NAV-YEK Bielefeld, Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK), IBZ Frieden e.V, Hêzên Demokratik yên Herema Bielefeldê piştgiriya organîzasyonê kir.
Roja Wêje û Hunerê Kurd li salona IBZ Frieden e.V roja çarşemê saet 12.00´an dest pê kir. Li hola bername lê bi rê ve çû resmên şêwekarên Kurd, Beyaz Polat û Bilge Sumer hatin xemilandin. Beşdarên çalakiyê pêşangaha herdû şêwekaran eciband.
Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê berdevka Înîsiyatîfa malbatên Kurd, Zerîfe Husein axaftina destpêkê kir. Husein xêr hatina mevanan kir û got, "Rojên wiha pirr girîng in û divê zêdetir bên organîze kirin."
Ji çîrokê heta bi romanê
Paşê, Serokê Înstîtuya Kurd a Kolnê, Mamoste Fevzi Ozmen û Dr. Faraj Remmo axivîn, malavahiya organizatoran kir. Di beşa yekê ya rojê de li ser mijara Rewşa Çîrok û Destana Kurdî Mamoste Abdulqadir Ulumasskan, li ser Rewşa Romana Kurdî, Dawud Yeşîlmen, li ser Rewşa Helbesta Kurdî, Mamoste Ronî Stêrk axivîn. Destpêke Mamoste Ulumaskan behsa grîngiya Çîroka Kurdî kir û got, "Bi hezaran berhemên Kurdî di vî warî de hene. Lehengên çîrokan bi pirranî heywan in. Di çîroka Kurdî de şîret hene." Li ser destanan jî Ulumaskan got, îşaret bi mîtolojiya kevin jî ki rû got, "Destan ne wek çîrokan in. Mecbûr nînin ku rast bin. Em xweser nînin, ji bo wê jî berhemên wêjeya me tên talankirin. Wek mînak Ristem ê Zal weke ya Farisan tê naskirin. Çîroka Keçelonek, Tirkan ew ji xwe re kiriye mal û navê keloglan lêkirine."
Paşê xwendekarê doktorayê li zanîngeha Essenê, Dawid Yeşîlmen, li ser Rewssa Romana Kurdî peyivî û got, "Pirraniya kesên ku romana Kurdî dinivîsîn, ji nava siyasetê tên. Nexasim piştî sala 2000´î hejmara romanên Kurdî zêde bû. Niha, li gorî lêkolîna min bi zimanê Kurmancî qederê 500 romanî hatîne nivîsandin. Wekî din, navaroka romanê pişti sala 2000´î guherî. Bipeşketinên siyasî, çandî, hunerî bandoreke erênî li romana Kurdî kir."
Mamoste Ronî Stêrk di rûniştina yekem de axaftina dawîli ser rewssa Helbesta Kurdî kir. Ronî Stêrk pêşî helbesta klasîk û ya modern ji hev cihê kir û wiha pê de çû: "Di warê naverokê de jî helbestên etîk, lîrîk, romantîk, klasîk û wekî din hene. Helbestên wek epîk hatine nivîsandin ên weke destana Gilgamêş, destana Kawayê Hesinkar hene. Cegerxwîn bi xwe, hemû cûreyên helbestê nivîsîne. Wekî din helbestên felsefî hene ku Cegerxwîn xwe ji wan jî nehiştiye."
Helwêsta civakê û helwêsta dewletê
Rûniştina duyem a rojê jî li ser Rewşa Zimanê Kurdî li Elmanyayê bû. Mamoste Rêzan Hesinkar li ser mijarê û Rojnemevan Murat Mang jî li ser Bandora Çapemeniya Kurd li ser Wêje û Hûnerê Kurdî nirxandinên xwe kirin. Mamoste Rêzan Hesinkar elaqedarî rewşa Kurdî li Elmanyayê pêşî îşaret bi ziman û pirsgirêka civakê û helwêsta saziyên Elman beramberî ziman kir û wiha peyivî: "Li vir, di nav gelê me de psîkolojiya bindestiyê heye. Li aliyê din meseleya aborî heye. Tekîlîya ziman û aboriyê wek pirsgirêkekê derdikeve pêşiya me."
Paşê, rojnemevan Murat Mang ji derxistina rojnameya Kurdistanê sala 1898´an li Qahîreyê dest pê kir û gotina xwe anî roja me ya îro: "Bi taybetî jî, piştî salên 90´î pêşketinek çêbû. Pêşketina wêjê, huner û çapemeniya Kurd di zik hev de bûye. Bi hev re bi pêş dikevin û hevdu xurt dikin. Vekirina Med TV´yê wek şoreşekê di nav Kurdan de hat qebûlkirin. Bi hemû zilm, qedexe, girtin û zehmetiyan jî ccapemenîya Kurd li ber xwe dide û bi pêş dikeve.“
Şano heye nivîsandina lîstikan nîne
Rûniştina dawî ya rojê li ser huner bû. Kawa Şêxê behsa şanoyê kir, Mamoste Mustafa Lala behsa folklorê kir, û Hozan Şemdîn jî behsa muzîkê kir. Şanoger Kawa Şêxê îşaret bi pirralîbûna şanoyê kir û got, "Her warê jiyanê wek rengekî şanoyê ye. Di şanoyê de pirsgirêka mezin ew e ku lîstikên me yên nivîskî tinene."
Mamoste Mustafa Lala jî îşaret bi dewlemendbûna folklora Kurdî û xeterên li ser wê kir û got, "Folklora Kurdî wek behrê ye. Beriya niha me nexşeya govenda Kurdî derxist. Me dît ku çiyayên me pirr bandor kirine li herêmên folklara Kurdî. Govendên me êdî bêyî def û zurnê jî li ber gotinên stranan jî digerin."
Paşê Hozan Şemdîn li ser Rewssa Muzîka Kurdî got, "Dema ku em behsa muzîka Kurdî dikin, dengbêjî tê bîra me. Dengbêj cihekî girîng digirin. Muzîk rîtm e. Rîtm hestên di hundirê mîrovan de dide der. Hemû hereketên me rîtm in. Motifên me hatin dizîn. Gelê Kurd cotkarî û koçerî dikir. Vê jiyanê bandora xwe li muzikê jî kiriye. Kilamên evînê, qehremanîyê, şer hwd. Li aliyê din 1700 stranên muzîka Kurdî di arşîva radyoya Rewanê de ye. Li Radyoya Bexdayê, Radyoyê Urmiyê ji arşîv hene. Bi şoreşê re jî muzîka Kurdî bi pêş ket."
Piştî pêşkêkirina gotarên hersê rûniştinan. Qederê nîv saetê nîqaş çêbû, guhdaran pirs ji qisekeran kirin. Beşdaran hêvî kir bernameyên bi vî rengî bêhtir bên organîze kirin.
Bernameya Roja Wêje û Hûnerê Kurdî bi stranên Hozan Şemdîn bi dawî bû.